Nobedên Edaletê: Heta ku tecrîd dişikê, wê nobet bidome
Di Nobedên Edaletê de ku li 5 bajaran dewam dike, peyama ‘heta ku tecrîda li Îmraliyê dişkê, wê çalakî bidomin’ hate dayîn.
Di Nobedên Edaletê de ku li 5 bajaran dewam dike, peyama ‘heta ku tecrîda li Îmraliyê dişkê, wê çalakî bidomin’ hate dayîn.
Nobedên Edaletê dewam dikin ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li Amed, Stenbol, Wan, Edene û Mêrsînê hatin destpêkirin.
AMED
Bi pêşengiya Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî re (TUAY-DER) a Amedê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêzan Nobeda Edaletê hatibû destpêkirin. Nobed di roja 16’an de didome. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER, Şaxa Amedê ya DÎSK Genel – Îş, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesan serdana nobetê kir.
Halîme Topûz got ku heta ku eger daxwazên wan neyên qebûlkirin, wê ne 16 roj, 16 sal din jî nobetê bidomînin.
MERSÎN
Nobeda Edaletê ya ku Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwar a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) dayî destpêkirin, di roja 16’an de didome. Dayikên Aştiyê û gelek rêxisitnên civakî yên sivîl beşdarî nobetê bûn. Nobed diyarî 30 girtiyên ku 19’ê Kanûnê di pêvajoya berxwedana li girtîgehên Tîpa F de jiyana xwe ji dest dan, hate kirin.
Hevserokê TUAY-DER’ê ya Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş wiha got: “Em çiqasî piştevaniya xwe ya ji derve xurt bikin, em ê ew qasî xwedî li felsefeya Rêbertiya xwe û hevrêyên xwe yên li girtîgehan derbikevin.”
EDENE
Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwar a Akdenîz Edeneyê, di roja 15’an de ye. Ji xeynî Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, gelek kes îro jî beşdarî çalakiyê bûn.
WAN
Nobeda Edaletê yaku TUHAY-DER a Wanê û xizmên girtiyan jê re pêşengiyê dikin, di roja 15’an de didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê û navçeya Rêya Armûşê, gelek kesên din serdana çalakiyê kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Ûzûnay axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê.
Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” hate berzkirin.
STENBOL
Nobeda Edaletê ya ku li Stenbolê hatî destpêkirin, ket hefteya xwe ya yekemîn de. Çalakî ji aliyê xizmên girtiyan ve, li avahiya DEM Partiyê ya Bagcilarê hate destpêkirin. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad, em tecrîdê bişkînin û bibin dengê girtîgehan” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin û ji bo aştiya civakî bibin dengê girtîgehan” hatin vekirin.
Rêveberên DEM Partiyê ya Esenyûrt û Zeytînbûrnûyê serdana çalakiyê kirin.