Nobetên Edaletê: Divê her kes bi berpirsyarî rabe

Di Nobetên Edaletê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin, girtiyên li ber xwe didin hatin silavkirin û bang li her kesî hate kirin ku bi berpirsyarî rabe.

Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' destpê kirin, li Wan, Amed, Edene, Mersîn û Stenbolê dewam dikin.

WAN

Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina Wanê ay Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) destpê kir, di roja 18'an de ye. Jinên li taxa Xaçortê serdana çalakgeran kirin. Di çalakiyê de ku tevahiya rojê serdanand ewam kirin, ji bo şikandina tecrîdê banga yekîtî û têkoşînê hate kirin. Ji jinên serdana çalakgeran kirin Behîce Bor nerazîbûn nîşanî sîstema tecrîdê da û got, "Em van çalakiyan silav dikin. Divê dayik û malbat hemû ji bo vê berxwedanê rabin ser piyan. Li pêşberî berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan divê her kes bi berpirsyarî rabe."

Kesên beşdarî nobetê bûn dirûşma "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.

AMED

Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina Navçeya Rezanê ya Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partiyê) tê lidarxistin bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re di roja 19'an de dewam dike. Hevserokên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û Kerem Canpolat tevî rêveberan û hevserokê Amedê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Riza Polat serdana çalakgeran kirin.

Hevserokê Şaxê Amedê yê OHD'ê Riza Polat di dema serdanê de axivî û got, "Ev pirsgirêk tevî ku pirsgirêkeke civakî ye, her wiha pirsgirêkeke sed salî ye. Ev barê giran di sala 2018, 2019 û 2021'ê de bi vî rengî dewam kir. Daxwazên girtiyan daxwazên mafdar in û ji ber vê jî dengê xwe bilind dikin."

Di Nobeda Edaletê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin qîrîn.

MERSÎN

Nobeta Edaletê ya li avahiya komeleya TUAY-DER a Çûkûrovayê di roja 19'an de ye. Hevserokê Rêxistina Akdenîzê ya DEM Partiyêw Nîzar Esen got, "Bi rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicihanîna daxwazên girtiyên siyasî aştî dikare bê nava gelên Tirkiyeyê. Ji bo bicihanîna van daxwazan têkoşîna me wê dewam bike."

EDENE

Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê di roja 19'an de ye. Çalakgeran diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û aştiyê divê hre kes dengê xwe bilind bike.