Nobetên Edaletê: Heta encamê bi dest bixin em ê çalakiyê bikin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amed, Stenbol, Mersîn, Edene û Wanê Nobetên Edaletê dewam dikin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amed, Stenbol, Mersîn, Edene û Wanê Nobetên Edaletê dewam dikin.
Li Amed, Stenbol, Mersîn, Edene û Wanê di çarçoveya kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" Nobetên Edaletê dewam dikin.
WAN
Li Wanê Nobeta Edaletê ya ku Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) da destpêkirin, di roja 14'an de ye. Bi rengekî girseyî serdan li çalakiyê tê kirin. Nûnerên rêxistinên Erdîş û Artemêtan ên DEM Partiyê tevî gelek kesan serdana çalakgeran kirin.
Dayika Aştiyê Muzeyyen Butun ku sedana nobedê kir, bal kişand ser girîngiya Nobeda Edaletê û got, "Me her tim bang kir, îro jî em bang dikin: banga me li tevahiya rêveberên dewletê, Wezareta Edaletê ye. Wezareta Edaletê haya xwe ji kiryarên li zindanan heye. Em dibêjin; vê zilmê li zindanan bi dawî bikin. Em naxwazin mirov li zindanan bimirin. Em hevalên li zindanan li ber xwe didin silav dikin."
Dayika Aştiyê Hanim Varli jî got, "Em tarîtiyê naxwazin, ronahiyê dixwazin. Em mirinê û kuştinê naxwazin, em aştiyê dixwazin. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. Mafê mirovan çi be em wê dixwazin. Mafê kê çi be em jî mafên xwe dixwazin."
AMED
Nobeta Edaletê ya li Amedê ku bi pêşengiya TUAY-DER'ê hate destpêkirin li avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya li navçeya Rezanê dewam dike. Çalakî di roja 15'an de ye. Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û şêniyên herêmê piştgiriyê didin çalakgeran.
Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes bi rengekî xurt xwedî li daxwazên girtiyan derkevin.
STENBOL
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a li Stenbolê li avahiya Bagcilar a DEM Partiyê di roja 6'an de ye. Xizmên girtiyan û şêniyên herêmê piştgirî dan çalakgeran. Girseya gel diyar kir ku ti têkoşîn di dîrokê de belasebep nebûye û daxwazên girtiyan jî wê bi cih bêne anîn.
Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku heta ew bi ser bikevin wê çalakiya xwe dewam bikin.
Çalakiyê bi klam, govend û tilîliyê dewam kir.
MERSÎN
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) di roja 15'an de ye. Çalakî li avahiya TUAY-DER a Çûkûrovayê pêk tê û di serî de Dayikên Aştiyê nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn. Dayika girtiyekî Zelîha Kaya li nobedê axivî û got, "Beriya ku zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin em dixwazin encamekê werbigirin. Bila dayikên Kurd û Tirk dest bidin hev û bi me re rûnên. Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin. 15 roj in em li vir rûdinên. Em piştgiriyê bidin zarokên xwe yên li girtîgehan ku encamekê bi dest bixin."
EDENE
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 15'an de ye. Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kesên li herêmê piştgirî dan çalakiyê.