Nezaniya dadgeha Tirk û TRT'ê: Mexmûr jî bû Maksîmûr!

Nezaniya dadgeha Tirk û TRT'ê: Mexmûr jî bû Maksîmûr!

Di rûniştina Doza ‘KCK’ê ya li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Sîlîvrîyê pêk tê, Kurdî bi her awayî qedexe ye. Ji roja destpêkê ve dîwana dadgehê parastina bi Kurdî red kiribû. Dîwana Dadgehê di 4 rojan de daxwaza “parastina zimanê zikmakî” red kir û got; “Berê jî hatiye redkirin.”

Dîwana Dadgehê daxwaza parastina bi zimanê zikmakî red kir û hinceta wê jî ev e: “Bersuc di dema lêpirsînê de bi Tirkî xwe parastine.”

Lê li hemberî van îdîayên dadgehê, Cemal Eser di dema lêpirswînê de jî bi rêya werger îfade dabû û niha daxwaza wergerê (tercuman) jî ji aliyê dadgehê ve tê redkirin. Parêzerên parastinê got; "Miwekîlên me Tirkî dizanin, lê dikarin xwe baştir bi zimanê xwe yê zikmakî îfade bikin.”

Dîwana Dadgehê, daxwaza wergerê Erebî jî red kir û heman helwesta li hemberî Kurdî nîşan da. Hinceta wê jî dîsa; “Bersuc dikare xwe bi Tirkî îfade bike.”

Ne tenê dîwana dadgehê parastina Kurd qedexe dike, di heman demê de jî spîkerên TRT’ê yên îdîanameyê dixwînin jî vê yekê nîşan didin.

Du spîkerên ku TRT’ê ji bo xwendina îdîanameyê şandine, tê dîtin ku ji bilî pewerdehiya pîşeya xwe, perwerdehiya siyasî û îdeolojîk jî dîtine.

Di îdîanameyê de, navê “PKK’ye, KCK’ye, KCK’înin” ên di nivîsên nivîsên ji malperên Kurdan ên nûçeyan hatine wergirtin, bi awayê “PKK’ya, KCK’ya û KCK’nin” dixwînin. Hêjayê gotinê ye ku dewleta Tirk di weşana xwe de navê “PKK “ ku bi awayê “Pekeke” tê xwedin, bi awayê “Pekaka” û KCK (Keceke) jî bi awayê “Kaceka” dixwînin.

Spîkerên TRT’ê yên bi pêkanîna qûralên zimanê Tirkî tên nasîn, bi vî awayî hemû qûralên zimanê Tirk îjî serûbin kirin. Ji ber ku di Tirkî de, dema hemû tîpên dengdar tên xwendin li pişt wan tîpa “e” tê. Ji ber wê jî “K” bi awayê “Ke” tê xwendin.

Di îdîanameyê de navê Mexmûrê derbas dibe, spîkerê TRT’ê yê peyva Mexmûr li gorî bilêvkirina Înglîzî xwend û jêre got “Meksmûr” û bi vî awayî ket nava dozên nayên jibîrkirin!

Parêzaran daxwaz kirin ku “Spîker li gorî rêzimana ziman tevbigere”, lê dadger got; “Spîker baş hatiye perwerdekirin” û vê daxwaza parêzeran qebûl nekir.