Li bajarê Ûkrayna Odessa û li bajarê Kazakîstan Almati, Kurdan û dostên wan Newroz pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana gelê Kurd hat silavkirin.
ANF
ODESSA / ALMATI
în, 25 adarê 2016, 11:10
Li bajarê Ûkrayna Odessa û li bajarê Kazakîstan Almati, Kurdan û dostên wan Newroz pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana gelê Kurd hat silavkirin.
ODESSA
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Ûkrayna Odessa dijîn, duh êvarê li salona Paladiyûm a li hev civiyan û bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Yekîtiya Saziyên Kurd ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre li peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat temaşekirin.
Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd li Ûkraynayê Gorgî Gasanov jî li ser wateya rojê axivî û bal kişand ser ruhê berxwedanê yê Newrozê di nava gelê Kurd de afirandiye.
Gasanov da zanîn, têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê hemû Kurdan azad bike û ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk û Erdogan li ber xwe didin, silav kir.
Gasanov got, "Hemû dewletên li ser Rojhilata Navîn xwedî planan e, divê baş anibin ku bêyî Kurdan ti plan li Rojhilata Navîn bi ser nakevin. Her wiha heta Ocalan azad bibe, wê têkoşîna Kurdan her bidome."
Piştî axaftinan Mûstafa Bazîd, koma govendê û hunermendê herêmî derketin ser dikê.
ALMATI
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Kazakîstan Almati dijîn, li meydana stadyûmê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Bi hezaran kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn, li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Ji sala 2006'an û vir ve piştî ku dewleta Kazakîstanê qedexe kir Newroz bi awayekî komî bê pîrozkirin, cara yekemîn îsal Kurdan Newroz bi girseyî pîroz kirin. Girseya gel danê sibehê bi kincên neteweyî û alên Kurdan herikîn qada stadyûma bajarê Almati. Beriya dorpêçî destpê bike, agir hat dadan, beşdaran xwe ji ser agirê avêtin û li dora agirê dirûşmên ji bo silavkirina tevgear berxwedanê ya Kurd qîriyan.
Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes lê amade bûn de Koma Kurdistanê, Koma Medya, Bako Lezgiyev, Gulîstan Mamedova û Ferman Patîev derketin ser dikê. Beşdaran ber stranên wan govend gerandin.