Newroz li Sydneyê hat pîrozkirin

Li bajarê Awûstralya Sydneyê Newroz hat pîrozkirin.

Li bajarê Awûstralya Sydneyê Newroz hat pîrozkirin.

Li bajarê Awûstralya Sydneyê, Kurdistanî û dostên wan Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de nûnerê gelê Aborjîn Ken Cannîng û nûnerê Tifaqa Sosyalîst Peter Boyle, malbata şervanê YPG'ê Reece Hardîng ê li Rojava jiyana xwe ji dest da tevlî çalakiya Newrozê bûn.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda Ey Reqîp destpê kir. Piştre Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ronahî Xelîl li ser wateya Newrozê axivî û dûre koroya muzîkê ya zarokan derket ser dikê.

Nûnerê KNK'ê yê Sydneyê Îsmet Taştan jî li vir mafê axaftinê wergirt, qewimînên li Kurdistanê nirxand û bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan. 

Di pîrozbahiyê de hunermend Roj, Hozan Comert, Hunermend Xanemîr û komên herêmî derketin ser dikê.

Pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir û dirûşma "Bijî berxwedana Bakur" hat qîrîn.

...