Newroz li Saabrucken û Kîelê hat pîrozkirin, berxwedan hat silavkirin
Li bajarên Elmanya Saabrucken û Kîelê, Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin, komkujiyên AKP'ê jî hatin lenetkirin.
Li bajarên Elmanya Saabrucken û Kîelê, Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin, komkujiyên AKP'ê jî hatin lenetkirin.
Li bajarê Elmanya Saabruckenê, bi beşdariya nûnerên gelek sazî û partiyan duh resepsiyona Newrozê hat organîzekirin. Di resepsiyona ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin de li ser navê Şaredariya Saabruckenê Thomas Bruck peyivî û piştgirî da gelê Kurd. Bruck bibîr xist, ku gelê Kurd ji aliyekî ve li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, li aliyê din jî ji aliyê dewleta Tirk ve tê qetilkirin.
Li ser navê Aktîno drîtte Welt Saar Rolan Roder mafê axaftinê wergirt û xwest qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Roder nerazîbûn nîşanî dewleta Elman da û destnîşan kir, peymanên bi dewleta Tirk re hatiye kirin ne yên bên qebûlkirin e.
Resepsiyon bi stranên Koma Dengê Mezopotamyayê bi dawî bû.
KÎEL
Kurdên li bajarê Elmanya Kîelê dijîn, di pîrozbahiya Newrozê de banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê kirin. Bi sedan Kurdistanî li Meydana Gaardenê ji bo pîrozkirina Newrozê li hev kom bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser wateya Newrozê axaftin hat kirin. Qisekeran her wiha komkujiyên AKP li Cizîr, Sûr û Nisêbînê dikin şermezar kirin û bang li her kesî kirin, ku xwedî li gelê Kurd û berxwedana gelê Kurd derkevin.