Newroz li Rûsya û Kazakîstanê hat pîrozkirin
Newroz li bajarê Rûsya Tambov û li bajarê Kazakîstan Almati hat pîrozkirin.
Newroz li bajarê Rûsya Tambov û li bajarê Kazakîstan Almati hat pîrozkirin.
Newroz li bajarê Rûsya Tambov û li bajarê Kazakîstan Almati hat pîrozkirin.
TAMBOV
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rûsya Tambovê dijîn, bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Tambovê bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî li Mala Gel a Maladojniyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre li peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a bi dîmen hat temaşe û guhdarîkirin.
Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê û endamê KNK'ê Cemal Şamoyan li ser wate û girîngiya Newrozê li vir axivî û got, "Meşaleya Newrozê, îro ji aliyê Kawayên hemdem ve li çar aliyên Kurdistanê tê pêxistin. Bi dilsoziya bi dîroka cejna Newrozê re, ku mizgîniya azadiya gelê Kurd e, wezîfeya bingehîn a her Kurdekî bi şeref e ku Kurdistanê ji faşîzmê rizgar bike û azad bike. Bi taybetî li dijî faşîzma dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, divê her kes bi ruhê Newrozê re seferber bibe. Ruhê şoreşgerî û serhildanê yê Newrozê, ku di nava jin û ciwanên Kurd de afirandiye, wê Kurdistanê azad bike."
'ARTÊŞA TIRK TÊK ÇÛ'
Endama Rêveberiya KJK'ê Çinar Tolhildan jî li pîrozbahiyê axivî û got, "Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejnek e, di heman demê de roja hebûnê ye. Gelê Kurd li her devera lê dijî, vê rojê bi coş û kelecaneke mezin pîroz dike. Zîhniyetên înkar û koledariyê li ser Kurdan ferz dikin, ji bo vê cejnê asteng bikin, çi ji wan tê dikin. Li Bakurê Kurdisanê çeteyên AKP û Erdogan şîdetê li gelê Kurd kirin û xwestin di Newrozê de xwînê birijînin. Lê belê gelê Kurd ê zane, neket xefika van lîstikên kirêt. Kurd êdî ne lîstika hinekan, bi lîstika xwe dilîzin û wê di vê lîstikê de jî bi ser kevin. Zîhniyeta faşîst a bi vê hesiya ye, jin, zarok, extiyar yekser êrîşî gelê sivîl dike. Tevî hemû derfet û teknîka xwe jî artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê têk çûye. Kawayên hemdem ên bi ruhê berxwedanê yê Newrozê rabûne ser piyan, careke din dîrokê dinivîsînin. Gelê Kurd wê heta azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomîne. Bi Rêberê Azad re wê Kurdistan azad bibe û bi vê yekê re wê Rojhilata Navîn azad bibe."
Piştî axaftinan, pîrozbahiya Newrozê bi muzîkê dewam kir. Hunermenda ji Bakurê Kurdistanê hatî Feyrûhaş, Hozan Bangîn ê ji Ewropayê hat û hunermendê herêmê Cangîr Broyan, koma govendê ya Bêrîvan, koma govendê ya Medya, komên dansê û hunermendên Rûs derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Piştî bernameyê, girseya gel derket derve û weke sembola çar parçeyên Kurdistanê û çiyê 5 agirên cuda pêxistin û fîşekên hewayî teqandin. Girseya gel li derve heta derengiya şevê li ber stranên hunermendan û li dora agir govend gerand.
ALMATI
Kurdistanî û dostên wan ên li Kazakîstanê dijîn, cejna Newrozê pîroz kirin.
Pîrzobahiya cejna mizgîniya azadî û biharê li bajarê Almati hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn û agirê Newrozê hat pêxistin. Dûre li ber stranên Koma Kurdistanê girseya gel govend gerand. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.