BI DÎMEN

Newroz li Hollanda, Awûstûrya û Awûstralyayê hat pîrozkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên li derveyî welat dewam dikin. Di pîrozbahiyan de federasyona demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyan a li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li derveyî welat dewam dikin. Di pîrozbahiyan de federasyona demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyan a li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin.

AMSTERDAM

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hollanda Amsterdamê dijîn, li Beûrspleînê Newroz pîroz kirin. Bi qasî 400 kesên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî pîrozbahiyê bûn. Di axaftinên li vê derê de Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hat pîrozkirin û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. Di pîrozbahiyê de komên muzîkê Koma Sînor û Koma Agirî derketin ser dikê. Her wiha Heyva Sor a Kurdistanê jî di çarçoveya kampanya ji nû ve avakirina Cizîrê de alîkarî kom kir.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Newroz pîroz kir. Pîrozbahî li Parka Votîv a li nêzî zanîngehê pêk hat û ji gelek neteweyên cuda xwendekar tevlî bûn. Xwendekaran li ber daho û zirneyê govend gerandin.

SYDNEY

Li bajarê Awûstralya Sydneyê jî, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Şeva Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û agirê Newrozê ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd ve hat pêxistin. Di axaftinên li vê derê de pîrozbahiya li Amedê, ku tevî qedexeyan jî bi heybetî hat lidarxistin, hat silavkirin. Li vî bajarî wê rojên 25'ê Adarê û 3'ê Nîsanê jî çalakî werin lidarxistin.

...