Newroz Ûysal di axaftina xwe de bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê girtî ye, her ku diçe kûrtir dibe.
Newroz Uysal "Polîtîkayên Îmraliyê yên Netewî" nirxand û destnîşan kir ku hikûmetê bi van polîtîkayan rê nade ku rastiya çareseriya Abdullah Ocalan bigihêje civakê.
Newroz Ûysal, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê çavkaniya bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ye û diyar kir ku ev 25 sal in ev rewş didome û her ku diçe kêmasiya ragihandinê kûrtir dibe.
Newroz Ûysal teblîxkirina ligel parêzaran cezayên dîsîplînê û biryarên qedexekirinê yên ji bo Abdullah Ocalan rexne kir û diyar kir ku biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya di 6'ê Îlona 2022'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye sepandin.
Newroz Ûysal di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan bi çalakiyên ku li gelek welatên cîhanê tên lidarxistin hatin nîqaşkirin û hembêz kirin û diyar kir ku divê Tirkiye vê rastiyê paşguh neke.
Newroz Ûysal herwiha ji bo demokratîkbûn, aşitî û azadiya li Tirkiyeyê banga rakirina tecrîdê kir.
Newroz Ûysal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan em denge xwe bilind bikin.
Newroz Ûysal wisa axivî: “Parlementerên rêzdar, siyaseta ku Tirkiyê xizan dike, civakê ji hev vediqetîne û dike dijminê hev bidin aliyekî û bi hêz, deng û heqîqeta Ocalan re rûbirû bimînin ku dibêje “Ez dikarim di hefteyekê de îhtîmala aştiyê çareser bikim.” Divê şert û mercên tecrîda mutleq ku sûcê mirovahiyê ye, ji holê bê rakirin û her kes ji me ne tenê tecrîda li ser Ocalan berpirsiyariya azadiya Birêz Ocalan, bigire ser milê xwe. Niha li welatekî ku em nikarin navê wî jî bêjin Ocalan tê nîqaşkirin, Ocalan tê axaftin, xwedî li hizr û ramanên Ocalan tê derketin. Em jî li vir dibêjin ku, ji bo çareseriya rasteqîn, ji bo pêşerojeke hevpar a rast, ne bêhiqûqiyê guhê xwe bidin azadiya Birêz Ocalan hizr û ramanên Birêz Ocalan û tecrîda mutleq biqedînin.”