Nêrgis Mûhammedî red kir ku beşdarî danişînê bibe

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mûhammedî red kir ku beşdarî rûniştina doza nû ya li dijî wê hatiye vekirin, bibe.

Peyama xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mûhammedî ya der barê dozê de li ser hesabê Înstagramê yê ku ji aliyê malbata wê ve tê birêvebirin hat parvekirin.

Nêrgis Mûhemedî dadgeha Şoreşê ya ku doz lê dihate dîtin wek “Selexaneyê” pênase kir û diyar kir ku ev dadgeh dadgeha îdamkirina gelek ciwanên Îranî ye.

Nêrgiz Mûhammedî diyar kir ku ew ê gavê neavêje vê selexaneyê û got: “Ez red dikim ku baweriyek an desthilata herî piçûk bidim dadwerên di bin servîsên veşartî û dadgehên sexte organîze dikin."

Ev doz “yekem doz” bû ku li dijî Nêrgis Mûhammedî hat vekirin ji ber ku di sala 2023’an de Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû.

Malbatê daxuyanî da û wiha got: "Hat ragihandin ku ji ber sedemên siyasî û ewlehiyê dê înfaza cezayê li derveyî Tehranê bê kirin." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev daxwaz ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ve hatiye kirin. Li gorî hesabê fermî yê Nêrgis Mûhammedî yê li ser X’ê heta niha tu tawan nehatine ragihandin, lê tê gotin ku ev dosya têkildarî “çalakiyên” çalakvana li Girtîgeha Êvînê ye. Li gorî daxuyaniyê, cara sêyemîn e dozeke bi heman rengî hatiye vekirin. Di her du dozên ewil de Nêrgis Mûhammedî bi 27 meh cezayê girtîgehê û 4 meh paqijkirina kolanan û xebatên civakî hat mehkûmkirin.

13 CARAN HAT GIRTIN, 31 SAL GIRTÎGEH, 154 CEZAYA QEMÇIYÊ LÊ HAT BIRÎN

Nêrgis Mûhammedî ku 13 caran hat girtin, bi giştî 31 sal cezayê girtîgehê û 154 qamçiyan lê hat birîn û ji sala 2021’an û vir di girtîgehê de ye, bû yek ji rûyên navdar ên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê. Komîteya Nobelê di 6’ê Cotmehê de xelata bi prestîj a aşitiyê da wê, û pesnê wê da "têkoşîna li dijî zordestiya jinan li Îranê û hewildanên wê yên ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiya hemûyan." Nêrgis Mûhammedî ya ku ev çend sal in hevjîn û zarokên xwe yên li Parîsê dijîn nabîne li gorî malbata wê "ji 29’ê Mijdarê û vir ve nikare hevdîtina telefonê bike.”

Nêrgis Mûhammedî heta wê rojê karîbû bi xizmên xwe yên li Îranê dijîn re biaxive û bi rêya hesabên xwe yên medya dijîtal peyamên wê zû bigihêje cîhana derve. Malbata wê di 10’ê Kanûnê de li Osloyê li ser navê Nêrgis Mûhammedî Xelata Aştiyê ya Nobelê qebûl kir. Di nivîsa ku zarokên wê di merasîma xelatdayînê de xwendin, wiha hat gotin: “Ez jineke Îranî me ku mexdûrê zilma rejîma olî ya zalim û mêtînger im (...) Gelê Îranê wê bi biryardarî li hember zilm û desthilatdariyê bi ser bikeve."