Necdet Erîk ê ku her du milê wî hatine jêkirin, sirgunî girtîgeha Metrîsê hate kirin

Necdet Erîk ê ku ji ber elektrîkê pê girtibû û ji ber vê her du milên wî hatine jêkirin, bi hinceta ku ‘dibe ku bireve’ ligel ku rapora wî ya ‘Nabe ku di girtîgehê de bimîne’ ew ji girtîgeha Maltepeyê şandin girtigeha Metrîsê.

Necdet Erîk nêzî 50 roj berê li Siwêregê derket der dîrekê elektrîkê yê li nêzî mala xwe û elektrîkê bi wî girt. Di bedena Necdet Erîk de birînên mezin çêbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Amedê. Piştî tedawiya du rojan a li vir ji ber ku rewşa wî giran bû, ew şandin Girtîgeha Çam Sakûra ya Başakşehîra Stenbolê. Li vir jî tedawiya wî hate kirin lê neçar man milê çepê yê Erîk jêkin. Dema ku milê Erîk dihate jêkirin, polîsan gotin ‘Biryara girtina wî hatiye dayîn’ û li pêşiya odeya nexweşxaneyê sekinîn. 15 roj şûnde Erîk sewqî Nexweşxaneya Lutfî Kirdar a Kartalê kirin. Li vir jî milê wî yê rastê hate jêkirin û ji bo pêyê wî yê çepê jî neqil hate kirin. Hê tedawiya wî didomiya, polîsan di 29’ê Hezîranê de ew bi ambûlansê birin dadgehê.  Erîk li Hakîmtiya Cezayê Sulhê ya Edliyeya Anadolûyê ya Kartalê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa L a Nimreya 1’emîn a Maltepeyê.

LIGEL KU RAPOR JÎ HEYE NEHATE BERDAN

Erîk hefteyekê girtî ma û desteya tendirustiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Lutfî Kirdar a Kartalê rapora ‘Ev nexweş nikare bi tenê serê xwe bijî. Pêdiviya wî bi alîkariya kesên din heye. Heke sewqî girtîgeha Tîpa Ryê bibe wê baş bibe’ şand ji Wezareta Edaletê ya Tirk.  

Ligel ku rapora tendirustiyê jî heye Erîk sirgunî Girtîgeha Tîpa M a Metrîsê kirin. Şertên vê girtîgehê jî giran e.

MALBAT: EW LI HÊVIYA MIRINÊ HIŞTINE

Birayê wî Abîdîn Erîk ji bo sirgunkirina birayê xwe got “Ev kes bêyî alîkariya kesên din nikare bijî. Ev kes nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Divê yek li ber serê wî xwêdana wî paqij bike. Em li nexweşxaneyê her dem li ber serî bûn. Her carê tî dibe, carinan pêdiviyên wî yên din çêdibin. Di warê tansiyonê de problema wî heye. Cezayê birayê min tune, bi tenê hatiye girtin. Divê ev tişt li ber çavan were girtin. Em malbat jî nizanin çi bikin. Birayê min li hêviya mirinê hiştine. Bila dengê me were bihîstin. Wezareta Edaletê çawa naxwaze vê rewşê bibîne? Ev rewşeke mirovî ye. Ma qey wijdanê wan tune.”