Ne penaberî, perîşanî ye

Ne penaberî, perîşanî ye

Koordînatorê Şaxa Mafê Penaberan a Rêxistina Efûya Navnetewî ya Tirkiyeyê Volkan Gorendag diyar li Tirkiyeyê penaberên ji welatên din ji ber zextan hatine ne wekî ne penaber wekî kelbextî tên dîtin.

Li Tirkiyeyê penaber di şert û mercên giran de dijîn. Ji 60 hezarî zêdetri penaber li Tirkiyeyê dijîn. Her wiha penaberên ku Tirkiyeyê wekî welatê transît bi kar tîne hejmara wan ji sedhezaran zêdetir e. Penaberên li derveyê kampan dijîn jî wekî kole tên xebitandin.

Li gorî îfadeyên kesekî ku bi buroya Tirkiyeyê ya Komîsertiya Bilind a Penaberên NY’ê dixebite diyar kir ku her sal bi sedhezaran penaber li ser Tikriyeyê derbarê welatên rojava dibin. Li bajarên mezin penaber bi qaçaxî dixebitin. Ji hemû ewlehiya civakî û tenduristî bêpar dimînin. Her tim bi fikara dersînorkirinê dijîn.

Li Suriyeyê ji ber şerên dawî hejmara kesên serlêdana penahiyê (îltîca) kiriye 60 hezar e. ji Suriyeyê 35 hezar penaber niha di bajarê konan de li Hatay, Kilîs, Riha û Dîlokê dijîn. Ev penaber dê di mehên zivistanê de jî li vir bimînin.

JI PENABERAN PEREYÊ ÎQAMETÊ

Li cihê cuda yê Tirkiyeyê 25 hezar penaber hene. Bi derfetên xwe li herêmên cuda dijîn. Serî li NY’yê dane ku welatê sêyemîn wan qebûl bike. Lêçûyîna tendusristiya van penaberan pêk nayê. Ligel vê pereyê îqametê jî jin tê girtin. Serî kesî 300 TL pereyê Tirkiyeyê ye.

Koordînatorê Şaxa Mafê Penaberan a Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ya Tirkiyeyê Volkan Gorendag, diyar kir ku penaberê li Tirkiyeyê ne ji welatên Iraq, Efxanîstan, Îran û Somaliyê hatine.

Gorendag wiha got: “Derfetê cih û war ji bo penaberan tune. Penaberên ku derfetên wan tune be, li parkan, otogaran dimînin. Li gorî wezaretê neçar in li 52 bajaran bimînin. Ji bilî van bajaran nekarin derbikevin derve. Derkevin jî divê ji polîsan destûrê bigirin.

JI BO WAN HER TIŞT BI PEREYANE

Gorendag wiha pê çû: “Penaber ligel ku li dij qanûnane jî ji xizmeta tendustiyê fêdeyê nabînin. Li Tirkiyeyê jib o hewcedariya derman û tedawiyê ji bo penaberan perganelek nehatiye avakirin. Penaberên tu derfetên wan tune, serî li Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya girêdayê Walitiyê dide. Alîkariya weqfan jî bajar bi bajar diguhere. Navnîşana penaberan a jib o komir, kirê û yên din tenê ev weqf in.”

Gorendag balkişand ser pirsgirêk pereyê ji bo cih û war ji wan tê girtin û got salek berê ev pere zêde lê got niha hatiye daxistin û got bila ev pirsgirêk çareser bibe. Gorendag wiha pê de çû: “Ev pêkanîn li Tirkiyeyê tê kirin. Wekî mînakek xerab tê rapor kirin. Yanî bi kurtasî ji bo penabera xizmeta bê pere tune. Li kaxizê tê gotin ku mafê penaberan yê xebatê heye. Ev jî di pratîkê de nayê kirin. Heta niha tu penabrê destûra kar negirtiye. Prosedur dirêj û zehmete. Ji bo penaberan tu hêsanî nehatiye kirin. Yanî bi awayekî fermî xebata wan ne mumkune. Bi awayekî kaçax dixebitin. Di înşat, sanayî û seyarfiroşiyê dikin.“

MUAMELEYA KELBEXTIYÊ DIBÎNIN

Gorendag wiha pê de çû: “Li Tirkiyê penaber komên herî zêde bê derfet in. Herî zêde ew rastî newekheviyê tên. Ji ber ku ne welatî ne rîska dersînorkirinê zêde ye. Ji ber vê her tiştê wan wekî ku ji hesabê welatiyên wan dixwin tê dîtin. Di hiqûqa navneteweyî de gelek mafên penaberan ku ji ber zextên welatên xwe reviyane hene. Lê li Tirkiyeyê ne muameleya penabertiyê muameleya kelbextiyê tê kirin. Carna bi destê dewletê û carna jî bi di nava civakê de.

PSÎKOLOJIYA PENABERAN

Ji ofîsa Piştgirî û Piştevaniyê ya Penaberan û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkieyeyê (TÎHV) Psîkolog Ozge Çelebî jî pirsgirêka psîkolojîk ya penaberan lêkolîn dike. Çelebî wiha pê de çû: “penaber dema serî li Tirkieyê didin dibêjin dê pirsgirêkan nejîn. Di nava bendewariyên cuda dene. Ji bo welatên 3’emîn dibêjin ku dê pêvajo kêm bidome. Dema bi vê tabloyê re jî rû bi rû dimînin, hemû xeyalên wan jî têk diçin. Di vê rewşê de mekanîzmayeke înkarê diafirînin. Em prosdurê bi dehan carî ji wan re dibêjin. Lê fêde nake. Dîsa tên û dibêjin emê çawa biçin welatê 3’emîn. Kesên ku dixwazin vegerin welatê xwe jî gelek kêm in.”