Navenda Civaka Kurd, bi hikûmeta Kanada re hevdîtin pêk anî
Rayedarên Navenda Civaka Kurd bi hikûmeta Kanada re hatin gel hev.
Rayedarên Navenda Civaka Kurd bi hikûmeta Kanada re hatin gel hev.
Wezîrê Parastina Millî Kenny ê di hevdîtinê de axivî diyar kir ku êdî wê bi Kurdan re hê zêdetir di nav diyalogê de bin.
Li bajarê Toronto yê Kanada, Navenda Civaka Kurd, bi Wezîrê Parastina Millî ya Kanada Jason Kenny û alîkarî wî û parlamenter Brad Butt re hatin gel hev.
TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKÊN KURDAN AXAFTİN HATIN KIRIN
Di civîna ku nêzî saetek û nîvê dewam kir, li ser navê Navenda Civaka Kurd Hevserok Îhsan Kaya û Berdevkê Komîsyona Karên Derve Hadî Elîs û Dogan Dogan beşdar bûn. Di civînê têkildarî pirsgirêkên Kurdan ên li Rojhilata Navîn axaftin hatin kirin. Hat diyarkirin ku Kenny gotiye ku wê hikûmeta Kanada li hember polîtîkayên qetlîamker ên li dijî gelê Kurd hê zêdetir rol bigire û wê bi Kurdan re di nav diyalogê de bin.