Nasnameya kesên di du teqînên li Foçayê ser rêya Fermandariya Bargeha Deryayî ya Amfîbî aşkera bûn.
Bûyer vê sibê di demjimêr 08.00 de li ser rêya Fermandariya Baregeha deryayî ya Amfîbî qewimî. Hat diyarkirin ku, di encama teqandina teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin de 2 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn. Li gorî kanala TRT’ê jî 2 mirî, 30 birîndar bûne. Bombe ji dûr ve hat teqandin. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Foçayê.
Her du teqînên di navbera wan de heşt deqîqe heyî, hate aşkera kirin ku kesê di teqînê de mirî ajovan Ozkan Ateşlî ye. Leşker Hasan Fûrak Ozmen yê birîndar bûyî jî rakirin Beşa Cerahî ya Meşî ya Zanîngeha Egeyê, hate hînbûn ku di emeliyatê de ye.