Muslim: Em naxwazin bikevin bin kontrola Osmaniyên nû

Muslim: Em naxwazin bikevin bin kontrola Osmaniyên nû

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di hevpeyvîna da Radyoya Dengê Rûsyayê de got ku ew naxwazin bikevin bin kontrola Osmaniyên nû.

Muslim rewşa Kurdên li Helebê ji Radyoya Dengê Rûsyayê re nirxand û diyar kir ku pevçûnên li Helebê diqewimin, li taxên ku komên Îslamî yên radîkal lê hene zêde dibin, Kurd jî di ware nerênî de ji van pevçûnan bandor dibin û ji ber wê jî dest bi girtina pozîsyona xwe ya parastinê kirin.

Muslim axaftinên xwe wiha berdewam kir; “Pevçûnên niha piranî li taxên ku komên Îslamî yên radîkal lê ne diqewimin. Li van deran Kurd jî dijîn û bandorek nerênî ya van pevçûnan heye. Beriya demekê sê Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Heta niha taxên ku Kurd lê dijîn nebûne hedefa alîgirên artêşa Sûriyeyê û ne jî Artêşa Sûriyeya Azad. Ez dikarim bêjim Kurdên li Helebê xwe baş rêxistin kirine. Hêzên xwe yên parastinê amade kirine û taxên Kurdan diparêzin.”

Salih Muslim bal kişand ser kontrola Kurdan a li ser herêmê û destnîşan kir ku li bajarên Qamişlo û Serê Kaniyê leşkerên rejîma Sûriyeyê hene, lê belê evan xwe tevlî karên rêveberiyên herêmî nakin. Muslim ragihand ku gelê Kurd bajarên wek Efrîn, Kobanê, Dêrik û navçeyên derdora vana xistine bin kontrola xwe û wiha pê de çû; “Bi giştî rewşa li herêmên Kurdan aram e. Niha di warê rêveberina Rojavayê Kurdistanê de hemû biryar ji aliyê Desteya Bilind a Kurdan vet ê dayîn.”

NE KURD NE JÎ EREB NAXWAZIN BIKEVIN BIN KONTROLA OSMANIYÊN NÛ

Hevserokê PYD’ê îdîayên dewleta Tirk ên ku dibêjin PKK li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cih bûye nirxand û got ku li Sûriyeyê tu xebatên PKK’ê tune ne, evane hemû îdîayên ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine çêkirin in. Muslim got; “Ev 30 sal in Enqere di bin navê têkoşîna li dijî PKK’ê de, tevî partiya me, li dijî hemû Kurdan têdikoşe. Beriya her tiştê naxwaze Kurdên li Sûriyeyê bibin yek. Ji ber ku Enqere, hemû polîtîkayên xwe yên li hemberî Kurdan, li ser esasê nêrînên cûda yên Kurdan amade dike. Ji roja serhildanên li Sûriyeyê dest pê kirin û vir ve, Tirkiye ji bo leşkerên xwe têxe Sûriyeyê li hincetan digere. Gumana wê ne ji bo demokrasiya Sûriyeyê ye, tenê ditirse ku Kurdên li Sûriyeyê bigihin mafên xwe yên neteweyî. Dixwaze vê yekê asteng bike. Bi ya min, niha şert û mercên raya giştî ya cîhanê rê nade ku Tirkiye mudaxeleyê Sûriyeyê bike. Lê dîsa jî li hemberî dagirkeriyeke wiha em ê bi hemû hêza xwe ve têbikoşin. Mudaxeleyeke wiha dê ji bo Tirkiyeyê pir zor be. Ne ne Erebên li Sûriyeyê û ne jî Kurd nema êdî dixwazin bikevin bin kontrola Osmaniyên Nû.”

EM PARÇEYEK JI MUXALEFETA SÛRIYEYÊ NE

Muslim bersiva da pirsa der barê îdîayên ku dê Artêşa Sûriyeya Azad, ji ber alîkariya çekan a ku Tirkiye dide, li hemberî PKK’ê şer bike û got; “Ev nûçe ne rast in. Nunerên sivîl ên Artêşa Sûriyeya Azad bi hêzên xweparastinê yên Kurdan re di nava têkiliyan de ne. Lê Artêşa Sûriyeya Azad ji pêkhateyên cûda pêk tê. Hin ji wana têkiliya wan bi me re baş e. Lê hinek hene li Stenbol û Antalyayê rûdinin û daxuyaniyê li dijî Kurdan didin. Bi ya min evane ne têkiliya wan bi Artêşa Sûriyeya Azad re û ne jî bi şoreşa Sûriyeyê re hene.

Em parçeyek ji muxalefeta Sûriyeyê ne û em tu carî ji wana dûr neketin. Lê di nava muxalefeta Sûriyeyê de yekitiyek tune ye. Muxalefeta ku têkiliyên me pêre xurt , muxalefeta navxweyî ye. Dîsa têkiliya me bi Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku piştgirî ji welatên derve digire û Kurdan qebûl nake re nîne.

Em ji bo Sûriyeyek demokratîk a ku mafên hemû netewe û hêmarên olî têde bên qebûlkirin têdikoşin. Em dixwazin raya giştî ya cîhanê piştgirî bide vê hewldana me. Ji ber vê jî hêviyên me yên mezin ji Rûsyayê hene. Rûsyaya ku di polîtîkaya cîhanê de xwedî rolek pêşeng e, di çareseriya krîza Sûriyeyê de jî girîng e.

Di rojên berê de ez hatim Moskowê, me xwest em behsa nêzîkatî û daxwazên Kurdên Sûriyeyê ji Rûsyayê re bikin. Ez di wê baweriyê de me ku nunerên dewleta Rûsyayê bi awayeke adil nêzîkê daxwazên me bûn. Em hêvîdar in ku dê Rûsya ji niha û pêve jî bi awayeke têgihiştî nêzîkê hevdîtinên me bibe.”