Mûhammedî yê mirinê filitî: Bi saya baweriyên xwe, min mirin têk bir

Gaffûr Mûhammedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku di 13'ê Sibatê de ji ber êrîşa çekdarî ya li hemberî meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan bi giranî birîndar bû, anî ziman ku ew bi saya baweriyên xwe nemiriye.

Gaffûr Mûhammedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku di 13'ê Sibatê de ji ber êrîşa çekdarî ya li hemberî meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan bi giranî birîndar bû, anî ziman ku ew bi saya baweriyên xwe nemiriye.

Kurdistaniyên ji navçeya Stockholm Sodertalje dimeşiyan navenda bajarê Stockholmê, li taxa Fîttja ya Stockholmê rastî êrîşeke çekdarî hatibûn û ji Kurdistaniyan Mûhammedî bi giranî birîndar bûbû.

Bi helîkopterê re Mûhammedî rakiribûn nexweşxaneyê û bi rojan di servîsa lezgîn de hatibû ragirtin. Mûhammedî yê ku doktoran digotin 'ji sedî 3 şensê wî yê jiyanê heye' berî niha bi demeke kurt ji nexweşxaneyê derket.

Me Mûhammedî li mala wî ziyaret kir û pê re axivîn. Mûhammedî bibîr xist ku li Bakurê Kurdistanê her roj bi dehan jin û zarok ji aliyê hikûmeta AKP'ê û Hêzên dewletê ve tên qetilkirin û destnîşan kir, êrîşa li hemberî meşa li Stockholmê ya ew jî lê birîndar bû, parçeyek ji êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê ye.

Mûhammedî da xuyakirin, ku divê Kurdistaniyên li dîasporayê û li Ewropayê dijîn, li hemberî van komkujiyên dewleta Tirk derkevin.

Mûhammedî da xuyakirin, ku piştî birîndar û ew rakirin nexweşxaneyê, hevrêyên wî û gelê Kurd destekeke mezin dane wî û got, "Her roj li ber nexweşxaneyê li hev civiyan. Piştî ku ez hatim malê, rojane herî kêm 25 kes tên ziyareta min. Ev destek ji bo min û malbata min gelekî girîng û hêja ye."

Mûhammedî diyar kir, teror, DAIŞ û faşîst nikarin têkoşîna wan asteng bikin û got, "Em Kurd ji bo aştî û azadiyê têdikoşin. Divê em bêhtir têbikoşin. Ti hêz nikare me bêdeng bike û pêşî li têkoşîna me bigire. Pirsgirêka me ne bi Tirkan, ne bi Ereban, ne jî bi Îraniyan re heye. Em dixwazin di nava şert û mercên wekhev de bijîn."

Mûhammedî da zanîn ku tenduristiya wî baş dibe, lê ne ew ne jî doktor nizanin bê wê vegere rewşa xwe ya berê yan na û got, "Doktoran berê gotibûn, ji sedî 3 şensê min ê jiyanê heye. Lê şensê min ê jiyanê qet tinebû. Dema ez anîn nexweşxaneyê, her kesî digotin, ez mirî me. Gelek xwîn ji min çûbû. Mejî û dilê min cemidandibûn."

Ji bo pirsa, "we çawa mirin têk birin" Mûhammedî ev bersiv da: "Bi baweriya xwe û bi sporê ez sax mam. Bi saya baweriyên xwe, min mirin têk bir. Em Kurd ji ber ku ji bo azadiyê şer dikin, divê nemirin. Gelek karên em bikin hene. Ez her tim li vê fikirîm û bi saya vê min xwe li jiyanê girt. Bedena min zindî bû. Min 25 salan bi futbolê lîst, 5 salan jî karate kir. Doktor jî gelekî matmayî man. Ji wan hebû ku ez ê bimirim. Li gorî doktoran, eger bijiyam jî, ancax piştî 4-5 salan bihatima ser hişê xwe. Lê ez di nava 2 mehan de rehet bûm û ji nexweşxaneyê derketim."

...