Mûfettişên NY’ê ji Sûriyeyê veqetiyan
Mûfettişên NY’ê ji Sûriyeyê veqetiyan
Mûfettişên NY’ê ji Sûriyeyê veqetiyan
Heyete ku ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve ji bo lêpirsîna bikaranîna çekên kîmyewî ka hatine bikar anîn an na hatibû peywirdarkirin, ji Şamê derket gihişt Lûbnanê.
Pisporên NY’yê ji otela ku lê diman Îro seat 05.30 veqetiyan û saet 07.40’de sînorê Libnanê derbaskirin. Koma ku di 18’ê Tebaxê ji bo lêkolîna çekên kîmyewî çibû Sûryeyê di bin rêbertiya Dr Aake Sellström li herêmên ku dihate gotin çêkên kîmyewî lê hatine bikaranîn lêkolîn kirin.
Piştî ku hat îdia kirin di 21’ê Tebaxê li herema Şamê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, koma NY ji bo lêkolînê çû vê herêmê. Li gorî Washîngtonê di van êrîşan de 426 zarok bi giştî 1429 kesan jiyana xwe ji dest dane.
DYA ku rejima Esad tewambar dike daxuyanî da û gotin ku dê vê yekê ji rejîmê bipirsin. Washîngton û Parîs li ser mudaxeleya leşkeri amadekariyan berdewam dikin. Lê Moskova û Pekîn li dijî vê helwestê derdikevin.
Sûriyeyê diyar kiribû ku heta analiza mufettişê NY’ê neqede û ew neyên agadar kirin, bila tu daxuyaniyên parçekirî neyên dayîn.