Kongereya Demokratîk ya Gelan (HDK) li îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku dê li Qada Gundogdû bê li darxistin gel vexwend mitîngê û banga; “Ji her demekê zêdetir pêwîstiya me bi aştiyê heye. Werin em bi hev re bidengek bilind aştiyê biqêrîn.”
Komîteya Amedekar ya ku li ber avahiya EDP’a Bajarê Îzmîrê civîna çapemeniyê li darxist, di derbarê mitînga 1’ê Îlonê agahî dan.
Di derbarê mijarê de Abdulbakî Gunyel daxuyanî xwend û got; “Em ne êşê, aştiyê parve bikîn. Ne pevçûn, muzakere, ne mirin çareserî.”
Gunyel destnîşan kir ku, di vê erdnîgariya em li ser jiyan dikin de ji ber sedema ‘bê tehemuliyan’ pevçûn na rawestin û wiha berdewam kir, “Ziman, bawerî û çanda yên bi hezaran sale li ser vê xakê jiyan dikin cûda ye. Em ne neçarin ku bişibîn hev. Em dibînin ku bi zorê şibandina hev dibe sedema dijayetî û pevçûnan.”
Gunyel anî ziman ku, ji ber sedema pêkanîna ‘polîtîkayên şaş’ yên vî welatî birêve dibin, fatûra wê ji gel re tê birîn û ji bo avakirina hesta dadî û rawestandina pevçûnan banga tevlîbûna mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kir.
Gunyel aşkera kir ku, mitîng dê 1’ê Îlonê roja Şemiyê demjimêr 17.00’an li Qada Gundogdû were kirin û xwest ku hemû kesên aştiyê dixwazin tevlî mitîngê bibin.