Mirinên di ocaxên kanzayê de tîrmehê jî berdewam kir

Mirinên di ocaxên kanzayê de tîrmehê jî berdewam kir

Sendîkaya Dev Maden Sen, ‘Qezayên ser kar’ û encamên wan aşkera kir. Sendîqeyê da zanîn ku di kanza (maden de tîrmehê jî gelek karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Sendîkaya Dev Maden Sen a girêdayî DÎSK’ê têkildarî ‘Qezayên ser kar’ û encamên wan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di tîrmehê de jî ‘Qezayên li ser kar berdewam kirine û hat diyarkirin ku vê mehê di encama 11 qezayan de 8 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 14 jî birîndar bûne.

Daneyên têkildarî mirina karkeran ya meha tîrmehê ku hatine diyarkirin wiha ne:

“1’ê tîrmehê, li nêzî gundê Kuyu ya Çermuka Amedê karkerê bi navê Ferît Topdemîr, di encama qezayê de birîndar bû û piştre jî jiyana xwe ji dest da.

5’ê tîrmehê li derdora gundê Karaîsmaîller a girêdayî navçeya Acipayama Denizliyê karkerên bi navê îlyas Gun û Nazmî Kaplan di encam hilweşîna kanzayê de bi giranî birîndar bûn.

7’ê tîrmehê, dîsa li derdora Bajaroka Dereîçî ya Zonguldakê di encma teqîna grîzuyê de Husnu Çetîn (48), Mustafa Hasil (21), Ahmet Bekar (40) û Bîlal Kocaoðlu (50) birîndar bûn.

13’ê tîrmehê li Kutahyayê karkerê bi navê Cengîz Oruç (45) di encma qezayê de jiyana xwe ji dest da.

17’ê Tîrmehê vê car li Manîsayê dîsa karkêrê madena komir Arîf Dalak di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

21’ê tîrmehê li Edîrneyê karkerê ocaxa keviran Bekîr Ozarslan ê 50 salî li ocaxê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da. :

31’ê tîrmehê li gundê Kurtuluşa girêdayî navçeya Cizir ya Şirnexê karkerê ocaxa xîz îlhan Sansakê 17 salî di encam hilweşînê de jiyana xwe ji dest da.