Mirinên di binçavan de dê li Stochkholmê bên protestokirin

Mirinên di binçavan de dê li Stochkholmê bên protestokirin

Di 9’ê tîrmeha borî de, li kesê bi navê Sercan Budakçi di qereqola polîsan a li semta Handen a paytexta Swêdê Stockholmê de bi awayeke mirî hat dîtin. Bi boneya salvegera Handen dê li ber avahiya parlementoyê xwepêşandaneke protestoyî bê lidarxistin.

Mirina bi guman a Sercan, li Swêdê rê li ber gotûbêjan vekir. Hatibû diyarkirin ku Sercanê 27 salî xwe bi paçên nivînan ve bi şibakên kûlekê ve daliqandiye û xwe kuştiye. Komîsyona serbixwe ya ku mirina bi guman a Sercan lêkolîn kir, da diyarkirin ku di mirina Sercan de îhmala polîs û rayedarên qereqolê jî heye.

Her çendî salek bi ser mirina Sercan re derbas bû, lê heta niha tu kesek nehatiye binçavkirin û mirinên di bin çavan de jî zêde dibin. Heta niha nayê zanîn ka çend kes di binçavan de mirine, lê li gorî agahiyan, tê diyarkirin ku her sal herî kêm 13 kes di binçavan de jiyana xwe ji dest didin.

Di meha nîsanê de jî ciwanê Kurd ê welatparêz ê bi navê Nazmî Dalaba, piştî hatibû binçavkirin, di qereqolê de daliqandî hatibû dîtin. Polîsan diyar kirin ku Dalaba xwe kuştiye, lê belê polîsan encamên lêpirsîna der barê bûyerê de nedan malbata wî. Malbat û hevalên Dalaba diyar dikin ku rayedarên girtîgehê ji bo pêşîlêgirtina mirina wî tu tiştek nekirine û dixwazin ev bûyer ji aliyê komîsyoneke serbixwe ve were lêkolînkirin.

Sercan Budakçi yê di qereqola polîsan a li semta Handen a paytexta Swêdê Stockholmê de bi awayeke mirî hat dîtin. Bi boneya salvegera Handen dê li ber avahiya parlementoyê xwepêşandaneke protestoyî bê lidarxistin. Xwepêşandan dan demjimêr di 17.00 de dest pê dike.