Mirin li ser girtiyên nexweş tê ferzkirin

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan got, girtiyên nexweş ji ber polîtîkaya kuştinê nayên berdan û nayên dermankirin.

Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku wê ji bo girtiyên nexweş têbikoşin û got, "Em hewl didin li hemberî kiryarên li girtîgehan hem bibin dengek hem jî xeteke têkoşînê diyar bikin."

Ûysal ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di qanûnên ceza de bi rengekî kêfî, bêhiqûqî û siyasî tê destnîşankirin bê çi sûc e, çi ne sûc e, kî wê çiqasî li girtîgehê bê hiştin. Newroz Ûysal Aslan got, "Girtîgeh bi xwe ne cihekî welê ye ku polîtîkayek lê bê diyarkirin. Lê belê piştî ku helwesta girtiyan, şêweyê berxwedana li hemberî rewşa di nav de ne, sekna wan a li hemberî vê polîtîkayê di heman demê de polîtîkayeke nû destnîşan dike. Girtina bi hezaran kesî yan jî gefa dadgeriyê ya li ser wan nîşan dide bê li girtîgehan şerekî çawa yê ji bo şikandina îradeyê tê meşandin. Ji ber vê yekê kiryarên li girtîgehan ji aliyê hiqûqî ve kiryarên xerab e, êşkence ye. Ji aliyê polîtîk ve jî hewldanek ji bo şikandina îradeya mirov e. Bi rêya kiryarên li dijî girtiyan peyamekê didin têkoşerên li derve. Dewlet di vê mijarê de polîtîkayeke taybet dimeşîne. Li her têkoşeran polîtîkaya kuştinê ya dewletê tê ferzkirin."

Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku cezayên têne birîn gelekî zêde ne, şert û mercên înfazê gelekî giran e û got, "Bİ taybetî astengkirina tedawiya girtiyên nexweş di heman demê de binpêkirina mafê jiyanê ye. Ji ber polîtîkaya kuştinê nayên dermankirin. Em weke siyasetmedarên ji DEM Partiyê hem hewl didin li dijî van polîtîkayên li girtîgehan bibin dengek hem jî xeteke têkoşînê diyar bikin. Di vê mijarê de ji bo berdana girtiyên nexweş em ê têkoşîna xwe dewam bikin."