Mînîbusa karkerên werzane lê siwar qeza kir: 17 birîndar

Mînîbusa karkerên werzane lê siwar qeza kir: 17 birîndar

Li taxa Cûmhûriyetê ya Ordûyê kamyonekê û mînîbûsa karkerên werzane yên ji Amedê hildigirtin li hev qelibîn û hate ragihandin ku 17 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, di qezaya li çar riyana taxa Cûmhûriyetê rû dayî, mînîbûseka biplaqeya Amedê ku karkerên werzane lê siwar bûn li kamyonekê qelibî. Di qezayê de 3 kesên di kamyonê de û 14 kesên di mînîbûsê de birîndar bûn.

Nasnameya karkerên birîndar yên werzane wiha ne: Wahdetîn Bozkûrt (47), Hasret Bozkûrt (19), Ayşegul Bozkûrt (14), Sakîne Bozkûrt (28), Sabriye Bozkûrt (47), Mûrat Bozkûrt (14), Mahmût Dûrmûş (18), Mehmet Yilmaz (16) û Gûrbet Yilmaz (13).

Hate ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneyên cûda yên bajar.