Milîsên HBDH’ê bi bombeyan li firoşkarê tiryakê dan
Milîsên HBDH’ê li Edeneyê bi bombeyan li firoşkarê tiryakê da û banga hesappirsînê ji faşîzmê kir.
Milîsên HBDH’ê li Edeneyê bi bombeyan li firoşkarê tiryakê da û banga hesappirsînê ji faşîzmê kir.
Milîsên Firat Yildirim ên HBDH’ê li hemberî firoşkarê çalakiyeke bi bombe kirin.
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Milîsên me ji bo silavkirina Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li dijmin dide. Milîsên Firat Yildirim ên HBDH’ê li taxa Barbarosê li xebatkarekî dijmin dan. Di 7’ê Tîrmehê saet di 01.00’an de li çayxaneya Orhan Çakir ê ku sîxurtî dikir û tiryakê dikire difiroşe, hate xistin. Ev çalakî bi bombeyan hate kirin. Çalakiya me ji bo hişyariyê bû. Kesên ji dijmin re dixebitin, ev hişyariya me ya dawîn e! Kesên sîxurtiyê dikin wê bibin hedefa tevgera şoreşa me ya yekgirtî.
Em bang li gelê xwe dikin, silavê nedin ev dijminên gel, çaya wan venexwin, nekevin tora wan. Ciwanino di nav refên tevgera şoreşa yekgirtî de xwe rêxistin bikin. Milîsên me bi ruhê fedaî yê çalakiya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê wê cezayê hewce bide sîxurên ku gelê me jehrî dikin.”