Milîsên HBDH'ê agir berdan febrîqeya 'piştevanekî desthilatdariyê'

Milîsên Welat Çiya yên HBDH'ê ragihandin ku li Sîlîvriyê li hembreî febrîqeya 'piştevanekî desthilatdariya faşîst' çalakiya sabotajê lidar xistine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Welat Çiya yên HBDH'ê de hate ragihandin ku li Stenbol-Sîlîvriyê, li hemberî febrîqeya piştevanekî desthilatdariya faşîst ku alavên elektronîk çêdikir, roja 5'ê Îlonê çalakiya sabotajê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, febrîqeya li taxa Alîpaşayê di encama çalakiya sabotajê de şewitî û xisareke mezin a madî lê bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yên ku kedkar û karkeran û gelên me biçûk dixînin, yên ku êrîşî nirxên wan dikin, bila zanibin; çalakiyên me vê gavê hişyariyên biçûk in. Em hîn ê nû destpê dikin. Hedê xwe zanibin! Yên ku piştgiriyê didin vê sîstema mêtinger û desthilatdariya faşîst, yên ku milîtaniyê ji vê sîstemê re dikin, di hedefa me de ne."