Mikurhatin û hawara tîmekî taybet ê li Nisêbînê
Di nameya ku Ozcan li quncika xwe weşand de, kuştiyên dewleta Tirk ên tên veşartin û mikurhatina li gelek sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin, cih digirin.
Di nameya ku Ozcan li quncika xwe weşand de, kuştiyên dewleta Tirk ên tên veşartin û mikurhatina li gelek sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin, cih digirin.
Tîmekî taybet ê çeteya Qesrê yê di êrîşên li Nisêbînê de cih digire, ji nivîskarê rojnameyeke nêzî AKP'ê Alî Nîhat Ozcan re nameyek nivîsand.
Di nameya ku Ozcan li quncika xwe weşand de, kuştiyên dewleta Tirk ên tên veşartin û mikurhatina li gelek sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin, cih digirin.
BERXWEDÊR BANGA 'TESLÎM BIBIN LI ME DIKIN'
Ev tîmê taybet li xwe mikur tê ku di berxwedana li Nisêbînê de ew nikarin bi pêş de biçin û berxwedêr banga 'teslîm bibin' li wan dikin. Çeperên wan jî gelekî nêzî hev in.
Tîmê taybet ê li Nisêbînê yê navê wî nehat eşkerekirin diyar kir, ku tîmên taybet ên di êrîşan de cih digirin ji xwe ditirsin ku di dema pêş de li dadgehan an jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bên darizandin. Ev tîmê taybet balê dikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin.
Tîmê taybet di nameya xwe de qîreqîrên faşîstî jî dike û bang li mirovên mîna wî difikirin dike, ku tiştekî ji bo wan bike.
Çeteyê tîmê taybet bi gotina "eger tiştek neyê kirin" dibe ku sibe dereng be, rewşa xwe ya tengavbûyî radixe pêş çavan.
LI SÛRÊ 4 TABÛ TESFIYE BÛN
Tîmê taybet şerê li Sûrê jî bibîr dixîne û anî ziman, ku wan bi 2 tabûran dest bi êrîşê kirin, piştre hejmara tabûrên wan derketine 18'an û êrîş bi 14 tabûran qediya ye. Tîmê taybet mikur tê ku 4 tabûr tesfiye bûne.
Tîmê taybet têkçûna xwe ya derûnî dinivîsîne, bang li hikûmetê dike û pirsa "we çend parlamenter ceza kirin?" dipirse. Tîmê taybet işaretê bi kuştiyên dewletê dike û dibêje, "Her roj mala mirovan dişewite. Dibe ku agir bi mala we jî bikeve."