Mezintirîn sendîkaya Îtalyayê FÎOM ji bo Rojava ket nava tevgerê
Mezintirîn sendîkaya Îtalyayê FÎOM ji bo Rojava ket nava tevgerê
Mezintirîn sendîkaya Îtalyayê FÎOM ji bo Rojava ket nava tevgerê
Yek ji mezintirîn sendîkayên Îtalyayê Federasyona Karkerên Metal Mekanîk (FÎOM) di 26-27'ê Îlonê de li bajarê Cervia kongreya xwe ya asayî lidar xist. Yek ji xalên bingehîn ên rojeva kongreyê, êrîşên li hemberî Rojava bûn. Di kongreyê de biryar hat dayîn ku sîstema xweseriya demokratîk a li Rojava bê naskirin û li dijî êrîşên li hemberî Kobanê helwest were nîşandan.
Di kongreyê de rojeva Rojava di bin sernavê 'Piştevaniya gelên di bin êrîşên DAIŞ'ê de ne' hat nîqaşkirin. Dîwana serokatiya sendîkayê, biryarên xwe yên li ser mijarê wergirtî, bi raya giştî re parve kir. Hat destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn atmosfera siyasî û rewşa şer êdî veguheriye rewşeke herdemî û hat gotin ku DAIŞ'ê erdnîgariya Rojhilata Navîn a bedew xistiye rewşeke welê ku êdî bi terorê tê bibîranîn. Hat ragihandin ku DAIŞ'ê piştî êrîşa li hemberî Başûrê Kurdistanê bi taybetî li dijî Êzidiyan û hindikahiyên din dest bi xalîkirina etnîkî û komkujiyan kiriye û hat diyarkirin ku ji 15'ê Îlonê û vir ve êrîşeke giran dibe ser herêma Kobanê ku yek ji sê kantonên Rojava ye. Di daxuyaniyê de li ser sîstema li Kobanê wiha hat gotin: Kobanê di Mijdara 2013'an de bû xwedî rêveberiyeke xweser û sîstemeke ku bi hevpeymana civakî ya li ser bingeha jiyana bi hev re ya hemû gelan. Otonomiya Rojava û Kobanê ji aliyê rêxisitna parastina cewherî YPG a ku ji sedî 40 ê wê ji jinan pêk tê ve, tê parastin. Rojava di heman demê de ji sed hezaran penaberên piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Başûrê Kurdistanê xwe li herêmê girt re, mêvandariyê dike û wan vedihewîne. Lê belê di dema dawî de ji ber êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê gelek gund xera bûne, bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûne û berê xwe dane sînorê Tirkiyeyê. Ambargoya dewleta Tirk a li hemberî Rojava dewam dike, destûr ji derbasbûna alîkariyên însanî re nayê dayîn.
FÎOM di çarçoveya van hemû tespîtan de ji bo rawestandina êrîşên li dijî Rojava, ev biryar stend:
-Kongreya FÎOM êrîşên DAIŞ a cîhadî û fundamentalîst, ku bi desteka ji Tirkiyeyê dike mehkûm dike.
-Otonomiya Rojava nas dike û vê modelê weke rêya herî aştiyane ya jiyana bi hev re a demokratîk a li Rojhilata Navîn piştrast dike. Destnîşan dike ku divê statuya Rojava mîna rêveberiya Kurdistana Federal di asta navneteweyî de bê naskirin.
-Bi gel û bi taybetî jî jinên rastî hovîtiya DAIŞ'ê tên, di nava piştevaniyê de ye.
Di kongreya FÎOM de her wiha ji bo piştgirîdayîna gelê sivîl ê li Rojava biryar hat dayîn ku kampanya alîkariya aborî bê destpêkirin.