Mesrûr Barzanî çû Enqereyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re çû Enqereyê.

Balkêş e ku ti kesekî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav heyeta Mesrûr Barzanî de cih nagire.

Hat ragihandin ku Barzanî di serdana xwe ya Enqereyê de wê pêşîn bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Her wiha hat ragihandin ku di serdanê de wê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Musteşarê berê yê MÎT'ê Hakan Fîdan û rayedarên din re jî hevdîtin bên kirin.

Di derbarê naveroka hevdîtinan de tu daxuyanî nehate dayî. Beriya vê serdanê tu daxuyanî jî nehatibû dayîn ku wê hevdîtin werin kirin.

Herî dawî di Nîsana 2022’an de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûbû serdana Tirkiyeyê û bi Erdogan re rûniştibû.

Nêçîrvan Barzanî her çend di tûra yekem a hilbijartinên serokomariyê yên 14ê Gulanê de nehatibû hilbijartin jî, peyama pîrozbahiyê ji Erdogan re şandibû.