Melayê got 'ev der saziya fermî ye' destûr neda mewlîda Kurdî
Melayê got 'ev der saziya fermî ye' destûr neda mewlîda Kurdî
ANF
Erzirom
yekşem, 8 tîrmehê 2012, 11:35
Li navçeya Xinis a Erziromê, melayê mizgeftê ji bo mizgeftê got “Ev der saziya fermî ye, hûn nikarin li vir bi Kurdî biaxivin” û nehişt ji bo Şêx Seîd mewlîda bi Kurdî bê dayîn.
Melayê mizgeftê, bi sorê mîkrofon ji destê melayaê mewlîda bi Kurdî dixwend wergirt û nehişt mewlîdê bixwîne. Ev yek li rastî nerazîbûna cemeeta beşdarî mewlîd bibû hat.