Mejiyê çawişê pispor ê li Îzmîrê birîndar bû mir

Mejiyê çawişê pispor ê li Îzmîrê birîndar bû mir

Hat ragihandin ku mejiyê çawişê pispor ê Tirk Hasan Furkan Ozmen ê ku di çalakiya li dijî servîsa leşkerî ya li navçeya Foçaya Îzmîrê pêk hat de bi giranî birîndar bû, mir.

Di encama teqîna di 9’ê tebaxê de li navçeya Foça ya Îzmîrê pêk hat de leşkerê bi nave Ozkan Ateşlî mir û tevî çawişê pispor Hasan Furkan Ozmen herî kêm 11 leşker birîndar bûn.

Mejiyê Ozmenê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Egeyê dihat dermankirin mir.

Rêxistina bi navê Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) di daxuyaniya bi rêya e-peyamê ji ANF’ê re şan de çalakiya bombeyî ya di 9’ê tebaxê de li navçeya Foşa ya Îzmîrê hat pêkanîn û têde herî kêm leşkerek mir û gelek leşker birîndar bûn girt ser xwe. TAK’ê ragihand ku herî kêm 2 leşker mirin û nêzî 30 leşker birîndar bûn.