Meclîsa Ciwanên BDP’a Îzmîrê Rojava silav kir

Meclîsa Ciwanên BDP’a Îzmîrê Rojava silav kir

Meclîsa Ciwanên BDP’a  Îzmîrê gelê Rojavayê Kurdistanê silav kir û bi gotina “ Nêzîkatiyên li himberî Rojava, nêzîkatiyên li himberî gelê Kurde” hikûmeta AKP’ê hişyar kirin.

Bi banga Meclîsa Ciwanên BDP’a  Îzmîrê bi sedan kes kombûn û bi pankartên  “ Em şoreşa Rojava silav dikîn”,  “şehîdên Ciwanan rêya me rûnî dikin. Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî dawî lê bînîn.” û “Ciwanê  azad, Jina azad, Kurdistana azad” meşiyan. Di meşê de herdem diroşmeyên  “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî şoreşa Rojava” û  “Bijî Serok  Apo” girseyê avêtin  û alên BDP’ê  û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Li ber avahiya Sûmerbanka berê a Konakê daxuniyek bi kurdî dan û daxuyanî Serokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mikailoglu da û bal kişand li ser pêvajoyê, da diyar kirin ku wê zarokên Kurdan bi daxwaza zimanê dayîkê di hefteya destpêkê de dibistanan boykot bikin.

Pişt re ji aliyê Endamê Meclîsa Ciwanên BDP’a Îzmîrê Asil Benler daxuyanî xwedin û da diyar kirin ku vaye dû sale li Sûriyeyê şer dewam dikin, şerê di navbera  hêzên hegemonîk de daxwazên gel ên demokratîk ne dîtîve dibînîn û got: “Di vê dema ku di nava Sûriyeyê de şer heyî de gelê Kurd li rojava şoreş bi pêş xist. Ev şoreşa wan li ser bingehê wekheviya gelan pêk tê. Ji ber vê şoreşa gelê Rojava bi hevkariya hêzên derdor komên El Nursa êrişên hovane dibin liser gelê kurd û bûyerên ne mirovane dikin. Ev hêzane bi destê hikûmeta AKP’ê tên destek kirin, êdî her kes vê yekê baş dizane.”

Daxuyanî bi diroşmeyan bi dawî bû.