Hewldana Meclisa Aştiyê ya Tikriyeyê ya Mersînê civîneke çapemeniyê pêk anî û êrîşên nîjadperest yên piştî êrîşa bombeyî ya Dîlokê şermezar kir.
Hewldana Meclisa Aştiyê ya Tikriyeyê ya Mersînê der barê teqîna li Dîlokê de û geşedanên dawî yên siyasî de li Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê bi nûnerên saziyên civaka sîvîl re daxuyaniyek dan çapemeniyê. Berdevka Meclisa Aştiyê ya Mersînê Ayşe Aydogan axivî û diyar kir ku ew êrîşên nîjadperest yên piştî teqînê pêk hatine şermezar dikin.
Aydogan wiha got: “Ji bo aştiyê her kes divê peywira xwe bîne cih. Rêya çareseriyê jî di demokrasiyê re derbas dibe. Divê ji daxuyaniyên k udi nava civakê de kîn, hêrs û nefretê diafirîne mirov dur bikevin. Divê ji bo vê hesas nêzîk bibin. Her kes divê ji helwestên ku ji aştiyê re xizmetê nake dur bikevin. Em ji kesên xizmên xwe di teqînê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin.”