Meclîsa Aştiyê ya Ewropayê xwest Aygun serbest bê berdan

Meclîsa Aştiyê ya Ewropayê xwest Aygun serbest bê berdan

Meclisa Aştiyê ya Ewropayê xwes parlamenterê CHP’ê Huseyîn Aygun yê ji aliyê HPG’ê ve hate binçavkirin serbest bê berdan.

Meclisê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û balkişand daxuyaniya HPG’ê ya ku bûyer piştrast kir. Meclisê wiha got: “Armanca girtina Aygund nîşan dide ku hinek herêmên bakurê Kurdistanê ji bin kontrolan dewletê derketiye. Her wiha ev nîşaneya îflaskirina polîtîkayên hikûmeta AKP û serokwezîr e. AKP ya ku her tim derewan dike û rastiyan berovajî dike, muhtemelen dê bikeve nava lîstikên bi xeter yên nû.”

Meclîsê diyar kir ku ew wekî Meclisa Aştiyê ya Ewropayê dixwazin Aygun serbest bê berdan û ji bo vê daxwazê jî hinceta, ‘Bila hemû kes bi awayekî azad polîtîkayê bike’ û ‘bila çalakî bigihêje armanca xwe’ hate nîşandan.

Di dawiya daxuyaniyê de hate îfadekirin ku ya herî baş bila Aygun teslîmê nûnerên rêxistinên sîvîl bikin û wiha hate gotin: “Bila AKP û serokewezîr jî êdî zêde har nebin û ji bo agirbestê pêngavan bavêje. Bila tecrîda li ser Ocalan rabe û girtiyên KCK’ê serbest bên berdan.”