Lijneya Giştî ya Meclîsê dê sibe ji bo bûyerên Şemzînan û yên Sûriyeyê bi nirxîne di demjimêr 15.00'an de bi awerte kom dibe.
Dê AKP'e û MHP'e tevlî civîna li ser bangawaziya CHP'ê bê kirin nabe, BDP dê cihê xwe li Lijneya Giştî de bigre. Lê hêjmara kursiyên CHP'ê û BDP'ê tera civîna awarte nake. Li gorî rêziknameya hindûr ya Meclîsê divê ji bo destpê kirina civînê 184 parlementer li Lijneya Giştî de amede bibin. Berevajî wê dê bangawazî bikeve û nekarin mijaran binirxînin.