'Me hêjan fêm nekir hevpîşeyên me çima hatine girtin'

'Me hêjan fêm nekir hevpîşeyên me çima hatine girtin'

Heyetên ji Ewropayê ji bo doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişopînin hatine Tirkiyeyê gotin; "Di saloneke mezin ya rûniştinê de parêzerên ku ji bo dozê bişopînin negirtin hundir, ev yek em matmayî kirin. Hevpîşeyên me çima girtîne me hê jî fêm nekiriye.

Rûniştina doza 36 jê parêzer, 1 jê rojnamevan 37 jê girtî bi tevahî 50 kesên tên darizandin di roja 3'emîn de dewam dike. Pirsgirêka cih ya salona rûniştinê, redkirina daxwazên parêzvanên Kurd ev 3 rojin dibe sedema aloziyê. Tevî baroyên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek parêzerên ku ji 27 welatan hatine jî dozê dişopînin. Beriya rûniştina îro parêzeran dîsa pankarta li ser; "azadiya parastinê" nivîsandî vekirin û li ber edliyeyê daxuyanî dan. Rêxistina BDP'a Stenbol û Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê jî piştgirî dan parêzeran.

'ABDULLAH OCALAN ROLEKE MEZIN DILÎZE'

Parêzar Leyla Tuzel li ser navê parêzeran daxuyanî da û diyarkirin ku, ew 2 rojin şahidiya bêhiqûqiya li dadgehê dikin. Tuzel got; "Dadgeheke şiklî çêkirine. Dê ji vê dadgehê bi awayeke şiklî çend kesan tehliye bikin û hewl bidin ku hewa nerm bikin. Em dê vê yekê qebul nekin. Em dixwazin hemû parêzer serbest bên berdan." Parêzer Firat Epozdemîr jî wiha axivî: "Abdullah Ocalan ev saleke nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û di bin şert û mercên tecrîdeke giran de ye. Abdullah Ocalan li vî welatî di pêkanîna aştiyê de xwedî roleke mezine. Divê doz di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

'BILA HEVPÎŞEYÊN ME BI AWAYEKE ADIL BÊN DARIZANDIN'

Ji parêzerên Baroya Hollandayê parêzer Yudîth Lîntenburg jî anî ziman ku, ji bo piştgiriya parêzeran ev 2 rojin dozê dişopînin û wiha got; "Em dixwazin hevpîşeyên me yên bê sûcin bi awayeke adil bên darizandin. Em dê çavdêriyên xwe bi raporekî pêşkêşî Ewropayê bikin û dozê bişopînin." Parîs Montpellîer jî ji bo edliyeya Çaglayanê got; "Li Ewropayê ev edliye wekî edliyeya herî mezin tê binav kirin. Mixabin destûrê nadin me ku em bikevin vê salonê, ev yek me matmayî dihêle. Hevpîşeyên me çima girtî ne me hê fêm nekiriye.

Parêzer piştî daxuyaniyê ji bo dozê bişopînin ketin salona rûniştinê.

Di 3'emîn roja rûniştina dozê de parastina parêzerên Kurd tê girtin.