Partiya Guherîna Demokratîk ya Mezopotamyayê (MDDP) berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê tîrmehê bibîr anîn û piştgirî da Mîtînga 14’ê Tîrmehê ya Amedê ku ji bo Azadiya Ocalan pêk tê.
MDDP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser navê Asûrî, Suryanî Keldaniyan; berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ku di têkoşîza azadiya Kurdistanê de pêngaveke dîrokî ye û di şexsê lehengên wan ku wekî kadroyên PKK’ê jî tê zanîn Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de Birêz Ocalan û gelê kurd silav dikin û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku komara Tirk di dîroka xwe de her tim li hemberî gelan komkujî, çewisandin û pêkanînên dijwar meşandiye û bal kişandin ser derbeya 12’ê Îlonê û berxwendana Zîndana Amedê.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Berxwedana Zîndana Amedê ‘şerê şoreşger yê dîrokê’ bû. Ligel hemû îşkece û pêkûtiyên dijmirovahiyê, kadroyên pêşeng yên PKK’ê di 14’ê tîrmeha 1982’an de bedena xwe dan ber mirinê. Bi vê çalakiya bi heybet faşîzm têk birin. Dîrok ji nûve nivîsandine. Berxwedana 14’ê tîrmehê ku vegeriyaye platfroma hevpar a gelan, li hemberî pergala yek netewê bûye alternatîfa çareseriya demokratîk a sêyemîn. Çareseriya herî demokratîk jî têkoşîna azadiya Kurdistanê pêşniyar kiriye.”
Bal kişandin ser pêkûtiyên hikûmeta AKP’ê û wiha gotin: “Hemû gotinên wan du rune. Berê xwe dan pirsgirêka ermenî, rum, suryaniyan lê çawa? Ka em binêrin; Dadgeha Bilind axa Keşîşxaneya Mor Gabrîel k udi 379’an de hatiye înşakirin teslîmê xezineyê kiriye. Gelo ev ne dagirkerî ye? Belê AKP bi vî awayî li pirsgirêka Suriyan dinêre.”
Di daxuyaniyê de li ser tecrîsa li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wihagot: “Tecrîd ev bû salek. Tu aliyê vê yê hiqûqî, ahlaqî û polîtîk tune. Tecrîd jî tê de hemû pêkûtiyên AKP’ê berdewama komara kujere.”
Bang li rayagitşî ya demokratîk a Ewropayê hate kirin ku bila bi ser hikûmeta AKP’ê de biçin ku dawî li pêkûtiyên xwe bîne.
Di dawiya axuyaniyê de wiha hat gotin: “Em mîtînga 14’ê tîmerhê ya ji bo Azadiya Birêz Ocalan slav dikin. Em jî dibêji Azadî û em ligel doza Gelê kurdin. Em careke din kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên 14’ê Tîrmehê silav dikin.”