Zarokê 11 salî Mazlûm Akay yê li Taxa Anadolu, di çalakiya şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rastî êrîşa polîsên AKP’ê hat û bi bombeya gazê ya li serê wî ket de bi giranî birîndar bi bû, jiyana xwe ji dest da.
Di şeva 29'ê Tirmehê de li Kolana Çukurova ya Taxa Anadolu ya navçeya Yuregîra Edeneyê komek ciwan, bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya zêdeyî salekê didome şermezar bikin, meş pêk anîn. Di êrîşa hovane ya polîsan de zarokê 11 salî Mazlum Akay bi bombeya gazê ji serê xwe ve bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê. Akay ku 6 rojin di komayê de ye îro jiyana xwe ji dest da.