Margot Wallstrom işaret bi derfetên darizandina Erdogan kir

Wezîra Karên Derve ye Swêdê Margot Wallstrom da xuyakirin, ku darizandina Erdogan bi îmzekirina Peymana Romayê ji aliyê Tirkiyeyê ve, pêkane.

Di rûniştineke Parlamenta Swêdê ya li ser azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê de Parlamenterê Partiya Keskan Jabar Amîn da xuyakirin, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dijî Kurdan qirkirinê dike û ji Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom pirsî, ku ji bo darizandina Erdogan li dadgeha navneteweyî, difikire bi însiyatîf rabe yan na. Wallstrom jî da xuyakirin, ku darizandin bi îmzekirina Peymana Romayê ji aliyê Tirkiyeyê ve dibe.

Roja Sêşemê di rûniştina Parlamenta Swêdê de pêşnûmeyên parlamenterê hevkarê hikûmetê yê Partiya Keskan Jabar Amîn, Berdevka Polîtîka Derve ya Partiya Lîberal Bîrgîtta Ohlsson û parlamentera heman partiyê Tîna Acketoft a li ser azadiya raman û çapemeniyê ya Tirkiyeyê û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê hatin nirxandin.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da pêşnûme pirsên her sê parlamenteran û ji ber ku li şûna bersivên şênber bersivên giştî da, parlamenteran nerazîbûn nîşan dan.

Amîn wêneyên ji avahiyên hatin şewitandin û xerakirin ên li Sûr û Cizîrê nîşan da û anî ziman, ku li Bakurê Kurdistanê qirkirin dewam dike, êrîş li hemberî bajaran tê kirin, mirovên bêguneh tên qetilkirin û jinên li mala xwe rûdinên dibin hedefa bombeyên Erdogan.

Amîn da zanîn, di nava 6 mehan de herî kêm 10 navçeyên Kurdan rastî êrîşên dewleta Tirk hatine û got, "Ev hemû divê Wezîra Karên Derve bixe nava fikaran. Pêwîste karibe bi awayekî vekirî rexneyên xwe bike û qirkirin û êrîşên rejîma Tirk ên li hemberî azadiya ramanê şermezar bikira. Ji ber vê yekê min du pirs pirsî: Wezîra Karên Derve van qewimînan şermezar dike? Lê min bersiv negirt. Wezîra Karên Derve amade ye ku ji bo Erdogan li dadgeha navneteweyî bê darizandin bi însiyatîf rabe? Min ji bo vê pirsê jî bersiva xwe nedîtiye." Amîn ji Wallstrom xwest, bersivên zelal bide pirsan.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da rexneyan û diyar kir, ew ji ber qedexeya derketina derve ya li bajarên Kurdan, ji ber şer û şîdetê û ji ber ku ewqas sivîlan jiyana xwe ji dest dane xemgîn e. Navborî ragihand, ew dijwarbûna şerê di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de rewşeke gelekî bi fikar dibîne û anî ziman, ku ev yek ne tenê li Tirkiyeyê wê li tevahiya herêmê bêaramiyê mezintir bike.

Wezîrê got, "Guleberdana li sivîlan nayê qebûlkirin, divê ev bûyer hemû ên lêpirsîn. Ji bo ronîkirina bûyerên bi vî rengî bang li Tirkiyeyê dikim. Beriya niha bi çend hefteyan Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî bal kişandibû ser sivîlên bi ala spî yên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirk ve hatin qetilkirin. Bêguman ev nayê qebûlkirin û divê werin lêkolînkirin." Wallstrom ji bo sekinandina şer û çareseriya pirsgirêkê bal kişand ser girîngiya ji nû ve destpêkirina muzakereyên aştiyê.

Wallstrom da xuyakirin, ku Swêd ji ber ku bi Tirkiyeyê û bi HDP'ê re xwedî têkiliyeke nêz e, dikare bandoreke erênî li qewimînan bike û ji bo pirsa Amîn a li ser darizandina Erdogan û rejîma Tirk ji sûcê qirkirinê ev bersiv da: "Tirkiye ji bo Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) yek ji welatên endam ên herî dawî ye ku mora xwe dananiye binê Peymana Romayê. Hikûmeta me di wê baweriyê de ye, ku ji bo Tirkiye bibe endamê tam ê Dadgeha Navneteweyî, hewldanên xwe bidomîne. Ev yek şêweyeke derxistina berpirsyaran li pêşberî dadgeriyê ye."