Li ser navê malbatên Roboskiyê yên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ziyaretkirin Reşîd And axivî û diyar kir ku, Roboskî xwe tenê hîs dikin û xwe weke hemwelatiyê Tirkiyeyê nabînin. Ferhat Encu jî wiha got: "Piştî komkujiyê me daxwaza du tiştan kir. Edalet û aştî. Hemû kes vê tînin ziman. Ji bo ku komkujiyên din pêk neyên em kedê didin. Ji ber vê kedê em rastî bertekên leşkeran tên. Ewlehiya canê me tuneye."
Li ser navê malbatên Roboskî Reşît And, Cebbar Uysal, Ferhat Encu, Ubeyd Encu û Zekî Tosun Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ziyaret kirin. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Parlementerê Enqere Levent Gok û Parlementera Tekîrdagê Candan Yuceer Roboskî li Navenda Giştî ya CHP'ê qebûl kirin. Li ser navê malbatên Roboskî Zekî Tosun û Ferhat Encu, ji Serokê Giştî yê CHP'ê re lêgerîna edaletê vegotin.
'DIVÊ SIYASETMEDAR BEPIRSYARIYÊ BIGIRIN'
Kiliçdaroglu diyar kir ku, divê li vî welatî hemû kes di nava edalet û biratiyê de bijîn. Kiliçdaroglu anî ziman ku, ew naxwazin tu kes ji ber xizaniyê qaçaxçîtiyê bikin û wiha got: "Em êşên we dizanin. Nemimkune em vê êşê ji bîr bikin. Heke siyasetmedar berpirsyariyê bigirin dê pirsgirêk bên çareserkirin."
'EM XWE WEKE HEMWELATIYÊN TIRKIYEYÊ HÎS NAKIN'
Reşît And berî axaftina xwe Kiliçdaroglu ji ber serkeftina kurultayê pîroz kir û daxwaz edaletê kir. And anî ziman ku, ew tiştekî ji hikûmeta AKP'ê naxwazin û wiha got: "Divê kesên fermana lêdanê dayîn û yên îstîxbarat dayîn bên dîtin û darizandin. Perçeyên zarokên min bi yên hestiran re bibûn yek. Hêj jî AKP dixwaze vê komkujiyê veşêre. Em vê yekê ji wijdana gel re dihêlin. Em weke Roboskî xwe tenê hîs dikin. Em xwe weke hemwelatiyê Tirkiyeyê hîs nakin. Em dixwazin ji bo kiryar bên dîtin CHP bêtir berpirsyariyê bigire." And diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê û Waliyê Şirnexê welatiyan şaş agahdar dike.
Kiliçdaroglu careke din mafê axaftinê girt diyar kir ku, li Tirkiyeyê edalet têk çûye, xwendekarek ji ber puşiyê tê cezakirin, siyasetmedar tên girtin, rojnameger tên girtin û wiha got: "Bi hezaran kes girtîne. Ji ber çi hatine girtin jî nizanin. Ji ber biryarên veşarî mafên wan ên parastinê tên astengkirin. Bêdadî tenê ji Roboskiyan re nayê kirin. Me ji bo bûyerên kiryar nediyar bên çareserkirin ji meclîsê lêkolîn xwest. Lê AKP'ê red kir. Hêvî dikim ku dê kiryarên Roboskiyê bên derxistin."
'EWLEHIYA CANÊ ME TUNEYE'
Ferhat Encu jî diyar kir ku, ji roja komkujiyê heta niha lêgerîna edaletê dikin. Encu destnîşan kir ku, di lêgerîna dadê de rastî ruyê AKP'ê hatin û wiha got: "Em rastî gef û zextan hatin. Ligel 7 meh derbaz bûn AKP tiştek nekir. Em tenê ji bo Roboskiyê edaletê naxwazin. Em ji bo hemû komkujiya edaletê dixwazin. Piştî komkujiyê me daxwaza du tiştan kir. Edalet û aştî. Hemû kes vê tînîn ziman. Ji bo ku komkujiyên din pêk neyên em kedê didin. Ji ber vê kedê em rastî bertekên leşkeran tên. Ewlehiya canê me tuneye."