Malbatên Roboskî: Wê lêgerîna me ya edaletê bidome
Lêgerîna edaletê ya malbatên 34 kesên ku li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatin qetilkirin di hefteya 221’emîn de dewam kir.
Lêgerîna edaletê ya malbatên 34 kesên ku li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatin qetilkirin di hefteya 221’emîn de dewam kir.
Li ser navê malbatê Cahîde Encu li goristanê axivî, diyar kir ku piştî sal û nîvekê, Dadgeha Destûra Bingehîn dît ku sûcdar kî ne, lê cesareta gotinê nedît. Encu wiha dom kir: “Di dosyayê de ma ti wekaletname tinebû? Ji aliyê kesên belgeyên wan kêm in, ma nikaribûn lêkolîn bikirana? Eger çêbiba wê biryarek çawa derketiba? Em dizanin ku bê ka kê emir daye, kî berpirs in. Rastî, heqîqet nikarin bên nixumandin, nikarin bên veşartin.”
Encu destnîşan kir ku wê lêgerîna wan a edaletê bidome, got: “Her çiqasî dixwazin lêgerîna me ya edaletê vala derxin jî, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn wê ti carî me ji têkoşîna hiqûqî dûr nexîne. Heta berpirs li ber daraz hesab bidin, em ê ji daxwaza edaletê venegerin, em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.”