Malbatên girtiyan: Hişyar bin, bêdeng nemînin

Di çalakiyên malbatên girtiyan ên Îzmîr û Denîzliyê de peyama ”Hişyar bibin, xwe bêdeng nekin” hat dayîn.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan li Îzmîrê daye destpêkirin, di roja 110’an de li ber Edliyeya Îzmîrê dewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ser dinivîsî li xwe kirin. Malbatan, bêyî navber dirûşmeyên ”Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana dayikan” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bûca û Karşiyakayê piştgirî dan malbatên girtiyan.

POLÎTÎKAYÊN SALÊN 90’Î

Hevserokê HDP’a Karşiyakayê Menfî Yilmaz diyar kir ku li dijî Kurdan êrîşeke bi giştî heye û niha gelek siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Yilmaz destnîşan kir ku tevî van êrîşan gelê Kurd serê xwe netewand û got: “Polîtîkayên salên 90’î hêj jî didomin. Ev gel vê heq nake. Her tim zext lê tê kirin. Dengê dayikan bibihîzin. Dayik tendirustiya zarokên xwe dixwazin. Lê îro weke Aysel Tûglûkê nêzîkatiyeke tolhildanê heye. Aysel Tûglûk tevî 3 raporan jî nayê berdan. Ez bang li hemû beşên civakê dikim; deng bidin van tiştên diqewimin.”

ARMANCA YEKANE EDALET E

Rêveberê HDP’a Bûcayê Cahît Gunay jî bal kişand ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar û got: “Çima ji kujeran hesab nayê pirsîn? Çima Wezareta Dadê xwedî li qanûnên xwe dernakeve? Yekane armanca min edalet e. Edalet ji me hemûyan re lazim e ne tenê ji Kurdan re. Îro wê ji Kurdan re sibê wê ji we re lazim be, piştgiriyê bidin vî gelî.”

Yek ji malbata girtiyan Fehîme Poyraz jî xwest ku girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayê berdan û got: “Bi qasî ku em dibêjin aştî ew digirin. Diavêjin girtîgehê. Em edaletê dixwazin. Êdî bes e bêdeng nebin.”

Nobeta Edaletê, piştî axaftinan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

DENÎZLÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 39’emîn de dewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tendirustiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li ber Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 31’emîn de dewam dike. Dayik Îlker wiha got: “Ji ber nexweşiya kurê min bejna wî dirêj bûye, nexweşiya dil heye. Midûrê yekemîn tedawiya wî asteng dike. Kurê min sewqê dêrûnnas kirine lê ev red kiriye. Ji ber ku pirsgirêkeke kurê min a dêrûniyê tune ye. Bi vî şeklî dixwazin bikevin pêş dermankirina kurê min. Bila daxwazên kurê min bên pêşwazîkirin û mafê wî yê dermankirinê bê dayîn.”