Li Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê piştî girtî rastî lêgerîna tazî hatin, vê carê jî kesên diçin hevdîtinê rastî lêgerîna tazî tên.
Hate îdîakirin ku, malbatên ji bo hevdîtinê diçin 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê rastî lêgerîna tazî tên. Li heman girtîgehê berê girtî rastî lêgerîna tazî hatibûn û duh jî malbatên ji bo hevdîtina vekîrî çûn girtîgehê rastî heman pêkutiyê hatin. Birayê Vahap Îlhan yê li girtîgehê Avnî Îlhan diyar kir ku, ew û malbatên din yên hatin hevdîtinê rastî lêgerîna tazî hatin. Malbata Îlhan ji bo li girtîgehê heyetek lêkolînan bike serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê da.
JI MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ GEF
Hate hînbûn ku, li girtîgehê kesên nû tên girtin rastî lêgerîna tazî tên û kesên li hemberî vê yekê derdikevin rastî lêdanê tên. Avnî Îlhan anî ziman ku, di hevdîtinê de birayê wî tiştên jiyîn ji wî re vegotin û midûrê girtîgehê ji kesên nû re tên gefên "Ev der ciheke cuda ye. Hedê xwe bizanin. Bi aqil bin." dixwe. Îlhan da zanîn ku, hefteyek berê ji ber girtiyên bi navê Vahap Îlhan, Mehmet Alî Kaya, Murat Yildiz, M. Nurî Erdem, Lokman Gonel û girtiyê navê wî nehate zanîn ji ber destûra hejmarê nedan rastî lêdana 50 gardiyanan hatin û wiha got: "Ev pêkanînên 12'yê îlonê ne. Îlhan bilêv kir ku, midûrê girtîgehê ji girtiyên hejmar nedayîn re gefên "Em dê pişt cejnê we bibînin." xwarin.