Malbatên 5 gêrîlayên di operasyona 10'ê Tîrmehê de li Çewlîkê pêk hat û jiyana xwe ji dest dan hatin Meletiyê.
Malbatên 5 gêrîlayên HPG'ê yên di 10'ê Tîrmehê de li Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan û ji bo cenazeyên zarokên xwe ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirin çûn Meletiyê. Malbata gêrîla Murat Demîr (Serhat Firat) ji Hîlwana Rihayê, Sitti Kizan (Rojan Murat) ji Gevera Colemêrgê hatin Meletiyê. Malbatên gêrîla Resûl Şen (Harun Gabbar), ji Basayê Leyla Karsu (Sorxwin) ji Farqînê, Lelîhan Koyun (Pelin Koçer) ji Tetwanê duh hatin Amedê. Malbatên li avahiya BDP'ê ya Amedê kom bûn li gel parlementera BDP'e ya Amedê Nursel Aydogan û Reveberên MEYA-DER'ê çûn Meletiyê. Malbat îro dê serî li Dozgerê komarê yê Meletiyê bidin.