Malbatên 4 gêrîlayan cenazeyên zarokên xwe girtin

Malbatên 4 gêrîlayan cenazeyên zarokên xwe girtin

Cenazeyên 4 gêrîlayên HPG’ê yê ku di encama pêvçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatên wan ve ji Meletiyê hatin wergirtin û ber bi bajarên wan ve hatin rêkirin.

Cenazeyê 3 gêrîlayên HPG’ê yê bi navê Tûrgay Çelen (Argeş Delîla), Mesût Karataş (Şiyar Tetwan), Hûseyîn Bahadir (Harwan Halaç) yê ku di 4’ê Tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê malbatan ve ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergertin û ber bi bajarên wan ve derxistin rê. Malbat ji bo wergirtina cenazeyan duh çûbûn Meletiyê.

Malbatan îro serî li dozgeriya Meletiyê dan û cenaze tespît kirin. Malbatan ji bo wergertina cenazeyan karên fermî pêk anîn û piştî re cenazeyan ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin. Hate zanîn ku cenazeyê gêrîla Tûrgay Çelen (Argeş Delîla) li Goristana Taxa Selîmbeyê ya Wanê, cenazeyê gêrîla Mesût Karataş (Şiyar Tetwan) li navenda navçeya Tetwanê ya Bedlîsê û cenazeyê gêrîla Hûseyîn Bahadir (Harwan Halaç) jî li Gundê Pînkaşa Tetwanê dê bên veşartin. Hate ragihandin ku dê cenaze îşev bên Tetwanê û li wir bên şûştin.

Li aliyê din cenazeyê gêrîla Îsa Tacîdar (Şahîn Zap) yê ku ji Makû ya Rojhilatê Kurdistanê ye jî tevî cenazeyên din hate wergirtin. Gêrîla Şahîn di şerê 31'ê Tirmehê de li navçeya Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû.