Malbatên 3 gêrîlayên li Herêma Besta ya Şirnexê di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî encamên testên DNA’yê aşkera bûn, beri bi Meletiyê ve ketin tevgerê.
Di nava gêrîlayên di meha Sibatê de li herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn malbatên gêrîla Ahmet Aktaş, Mûrat Karataş û Derwêş Çakmak piştî encamên testa DNA’yê aşkera bûn ber bi Meletiyê ve ketin rê.
Piştî ku malbat gihiştin Meletiyê, ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin, li gel rêveberên BDP’a Meletiyê, MEYA-DER’ê û li gel nûnerên Şaxa Amedê dê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê bidin.
Li aliyê din piştî encamên testa DNA yên malbatên gêrîla Aygul Emîne û Selamî Kaya di heman operasyonê de jiyana xwe ji dest dabûn, hat hînbûn ku duh çûne Meletiyê. Çav li rêye ku malbatên serî li dozgeriyê dane cenazeyên zarokên xwe bigirin. Malbatên ku duh hatine Meletiyê, bi hinceta ku hinek ewraq kêmin cenazeyên zarokên xwe negirtibûn.