Malbata karker Ayhan Taş ê gerîlayên HPG'ê ew bi xwe re bir serî li BDP'a bajarê Tirkiye Aydinê da û xwest Taş serbest bê berdan. Serokê Rêxistina BDP'a Kuşadasi Metin Taş ku di heman demê de pismanê karker Ayhan Taş e, serî li Rêxistina BDP'a Aydinê da û xwest pismamê wî serbest bê berdan. Taş li Gundê Qaraçî yê Elbaka Wanê hatibû binçavkirin.
Di 26'ê Tîrmehê de gerîlayên HGP'ê li gundê Qaraçî yê Elbaka Wanê karkerê înşaeta qereqolê Ayhan Taş, li gel karker Aslan Bayer bi xwe re birin. Li ser vê yekê pismamê Taş û di heman demê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Kuşadasi Aydinê Metin Taş, serî li Rêxistina BDP'ê ya Aydinê da û alîkarî xwest. Taş, anî ziman ku pismamê wî Ayhan Taş di 26'ê Tîrmehê de dema di karkerê qereqolê de karê boyayê dikir ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatin binçavkirin û ew dixwazin serbest bên berdan.
Serokê Rêxistina BDP'a Aydinê Osman Dagtekîn jî anî ziman ku ew dê vê serlêdanê binirxînin û ji bo Taş serbest bê berdan dê têkevin nava hewldanan. Dagtekîn, anî ziman ku malbata Taş malbatek welatparêz e û xwest Taş serbest bê berdan.