Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin û ti agahî jê nayê wergirtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Omer Hayrî Konar Alî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li Îmraliyê tên girtin. Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din, bi “cezayên disîplînê” tê astengkirin. Sedemên van cezayên disîplînê û hejmarên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî, bi parêzeran re nayê parvekirin.