Malbata Şenyaşar: Li Qesrê edalet hatiye mehkûmkirin
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018’an de hatine qetilkirin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn, nerazîbûn nîşanî bêedaletiyê dan.
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018’an de hatine qetilkirin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn, nerazîbûn nîşanî bêedaletiyê dan.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 821’an de didome. Emîne Şenyaşar a ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê li qada weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir. Şenyaşar a pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” bi bariyerên beton ve kir, têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê ku didomîne û komkujiyê welatiyên ku rêya wan dikeve edliyeyê agahdar kir.
Her wiha li ser hesaba medyaya dîjîtal a malbatê hesabên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin etîketkirin û ev peyam hate parvekirin: “Hinekî din sebir. Hinekî din têkoşîn. Li qesra pişt pankarta edaletê, edalet hatiye mehkûmkirin. Wezîrê Edaletê hate guhertin, bêedaletî didome. Di roja 821’an de ye.”