Malbata Şenyaşar: Heke wê zilm bidome çima wezîr hate guhertin?

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018’an de hatibû qetilkirin di Nobeta Edaletê de ye got “Heke wê zilm bidome, çima wezîr guherîn.”

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 819’an de berdewam kir. Dayê Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî were pêşiya edliyeyê lewma nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 

Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi bîr xist ku wê rûniştina doza Emîne Şenyaşar ku bi hinceta “heqaretê” hatiye vekirin sibe were lidarxistin û wiha bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kir: “Li gel ku parêzbendiya kesê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî daye kirin rabûye jî daraz ji bo îfadeyê bang lê nake. Lê belê heman daraz wê sibe saet di 09.20’an de dayika li pêşiya edliyeyê daxwaza edaletê dike bidarizîne! Heke ev bêedaletî û zilme wê her bidomiya, wê demê wezîr çima hate guherandin?”