Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in ti agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Li gel malbatan, her wiha ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk û Faîk Ozgur Erol jî ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi awayeke birêkûpêk di roja çarşemê de dihatin kirin lê hat zanîn ku ji ber erizeyeke teknîkî ne duh lê îro hate kirin. 

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Dadger hejmara dosya ku mijara cezayê disîplînê ye parve nake û vê yekê weke hinceta ku ‘di çapemeniyê de tê parvekirin’ nîşan dide.